'Ev pêvajo divê ber bi qebûlkirina mafên Kurdan ve biçe'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku pêvajoya nû divê ber bi qebûlkirina mafên mafdar ên Kurdan ve biçe.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku pêvajoya nû divê ber bi qebûlkirina mafên mafdar ên Kurdan ve biçe.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) kongreya xwe ya asayî ya 7'emîn li Enqereyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li kongreyê axivî û anî ziman ku li her bajarekî Kurdistanê divê ew rêxistiniya xwe xurt bikin.
Bayindir anîz iman ku 'rêyeke dirêj' li pêşiya wan e û got, "Heta serketinê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê ji niha û pê ve nîqaşa 'Em çawa dikarin Rêberê Gelê Kurd azad bikin' bimeşînin. Berpirsyariya me ew e ku vê atmosferê bi berxwedan, têkoşîn û azadiyê bi encam bikin. Roj roja rêxistinî, berxwedan û çalakiyê ye."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bal kişand ser hevdîtinên Heyeta Îmraliyê û got, "Ji heyeta çû Îmraliyê û ji Birêz Ocalan bangên gelekî girîng hene. Bila kes guhê xwe ji van bangan re negire. Ev pêvajo divê ber bi qebûlkirina mafên mafdar ên Kurdan ve biçe."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku di demekê de ku çareserî ewqasî xwe ferz dike, divê her kes bi berpirsyarî rabe û got, "Em bi hev re biaxivin bê sedsala duyemîn li ser çi ava bikin. Em di wê demê de ne ku gelan bigihînin hev, ne li ber hev rakin. Lê belê ev yek bi gefên li ser Rojava nabe. Pêwîstiya me bi rêyekê heye. Gava destpêkê ya wê rêyê jî kombûna li hev e. Rejîma qeyûm dewlet kir dewleteke qeyûm. Bi polîtîkayên şer qeyûm danîn ser keda me. Ev pereyên ji bêrîka me derdikevin wê li ku bêne xerckirin? Li Rojava, li Rojhilata Navîn? Berê me li azadiyê û aştiyê ye. Li şûna rakirina li ber hev a civakê, gotinên mîna Birêz Ocalan bibêjin. Di dema nû de em ê bi her kesên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bidin piştevanê îradeya jiayna hevpar a gelan, tevbigerin."