JIN
Hemû Nûçe
-
PAJK'ê bang kir: Di salvegera komployê de li her qadê berxwedanê geş bikin
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang kir ku li her qadê berxwedan bê geşkirin, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin. -
'Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşa vejînê ye'
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen diyar kir ku pêwîste jin hemû xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin, ji ber ku şoreşeke vejînê afirand. -
Jinên Tolhildêr li Stenbolê wesayitên faşîstan şewitandin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li navçeyên cuda yên Stenbolê çar wesayit şewitandine. -
SMJÊ ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir
Jinên ji Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li bajarê Kolnê banga tevlîbûnê kirin. -
RAWA: Jinên Efgan û Kurd wê li dijî êrîşan bi hev re bixebitin
Civaka Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA) êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kir û diyar kir ku şoreşa jinên Kurd ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn çavkaniya hêviyê ye. -
Li Stûttgartê ji Îmraliyê re qert hatin şandin
Bi pêşengiya Komuna Jinan a Meryem jin beşdarî kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar kartpostal” bûn. di çalakiyê de wiha hat gotin: “Azadiya Rêbertî azadiya jin û gelan e.” -
Jinan li NRW’ê ji bo meşa dîrokî ya Kolnê seferber bûn
YJK-E'yê ku li gelek bajarên eyaleta NRW'ê standên agahdarkirinê vekirine û bi komên ava kirine serdana malbatan dikin, banga beşdarbûna seferberiyê ya meşa Kolnê li her kesî kir. -
Li Reqayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan konferansa jinan destpê kir
Li Reqayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansa jinan destpê kir. -
Li Berlînê jinên Kurd banga mezinkirina têkoşînê kirin
Jinên Kurd li lokala NCKD’ê hatin ba hev û gotin: “Em ê bi hev re tecrîdê parçe bikin û pêşî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin.” -
'Jin a hilberîner û rêxistinkirî jin a herî bedew e'
Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû işaret bi girîngiya nîqaşên li ser etîk û estetîkê kir û got, "Ji wê derê divê em polîtîkayan hilberînin, têkoşîna rêxistinbûyî bimeşînin, xwe biparêzin. Bi dîtina min jin a herî bedew ev e." -
Çawişekî pispor li Xarpêtê bi çekê jinek qetil kir
Çawişê pispor ê bi navê M.C. li Xarpêtê bi çekê Bûrcû Demîr qetil kir. -
Li Romayê wê konferansa ‘Azadiya Jinê û Abdullah Ocalan’ bê lidarxistin
Li paytexta Îtalya Romayê wê konferansa ‘Azadiya Jinê û Abdullah Ocalan’ bê lidarxistin. -
Erdheja 6’ê Sibatê: KJK’ê bang li gelan kir ku hilweşînê veguherînin ji nû ve avakirinê
KJK’ê bi wesîleya salvegera 1’emîn a erdheja 6’ê Sibatê daxuyanî da û ji bo qurbaniyan ji hemû gelan re sersaxî xwest. KJK’ê got: “Em bang li gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku hilweşîna ji ber erdhejê veguherînin ji nû ve avakirinê.” -
Cîhana ku jinên YPJ'yî pêşkêş dikin
Sekna bi biryar, hewldana veguherîna civakî û îdîaya YPJ'ê nîşan dide ku paşerojeke hurmetdar a ji bo rûmeta mirovahiyê dikare bê afirandin. -
Jinan hesab ji berpirsyarên erdhejê pirsîn
Jin di salvegera erdhejên 6'ê Sibatê de daketin qadan û gotin "Jin ji bîr nakin, efû nakin, hesab dipirsin." -
Li Elmanyayê nêzî 17 hezar zarokên keç di bin rîska sinetkirinê de ne
Li gorî Terre des Femmes, niha li Elmanyayê zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên bi sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar zarokên keç li Elmanyayê di bin rîskê de ne. -
'Jin efû nakin, dê hesabê bipirsin'
Jin Bi Hevre Bi Hêz in bi boneya salvegera erdheja 6’ê Sibatê meşiyan û gotin: “Li herêmên erdhejê tundiya mêr zêde dibe û gotin: “Jin efû nakin, dê hesabê bipirsin." -
'Dewletê hewl da ku erdhejê jî veguherîne fersendekê'
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide erdhejê jî veguherîne fersendekê û bal kişand ser girîngiya piştgiriya civakî. -
Li Kampa Holê Îdo Xorto hat rizgarkirin
YPJ’ê di operasyona li Kampa Holê dewam dike de, jineke Êzidî rizgar kir. -
'Êdî wê ti hêz nekare bi qedera jinên Êzidî bileyîze'
Endamên Koordînasyona TAJÊ diyar kirin ku konferansa li Parlamenta Ewropayê bersiveke xurt da dijmin û gotin, "Êdî wê ti hêz nekare bi qedera civaka Êzidî, bi taybetî jinên Êzidî bileyîze." -
Viyan Soran li Şengalê hate bîranîn
Li Komelgeha Dugirê ya Şengalê bi pêşengiya TAJÊ şoreşger Viyan Soran hate bîranîn. -
Viyan Soran hat bîranîn: Bû sembola îrade û berxwedanê
Ji fermandarên YJA Starê şehîd Viyan Soran li Cizîrê hat bîranîn. -
MKG: 9 rojnamevanên jin girtî ne
MGK’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin eşkere kir û diyar kir ku 9 rojnamevanên jin girtî ne. -
Kongra Star: Em ê li dijî êrîşan her tim li qadan bin
Kongra Star bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk dakevin qadan û got: “Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin heya ku serkeftin mîsoger bibe.” -
'Li ber çavên cîhanê jin tên qirkirin'
Samîra Sharîfî ya ku neçar ma ji Efganistanê bireve, got: “Sibehekê jinek ji ber ku qebûl nekiriye bibe jina sêyem a zilamê ku bi zorê pê re hatiye zewicandin wê were şewitandin. Îstîsmara giran a li ser jinan pirsgirêka hemû cîhanê ye.”