Jinan li NRW’ê ji bo meşa dîrokî ya Kolnê seferber bûn

YJK-E'yê ku li gelek bajarên eyaleta NRW'ê standên agahdarkirinê vekirine û bi komên ava kirine serdana malbatan dikin, banga beşdarbûna seferberiyê ya meşa Kolnê li her kesî kir.

Xebatên amadekariyê yên ji bo meşa dîrokî ya azadiyê ya ku wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, zêde bûn.

Li eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) ku wê mazûvaniya meşê bike, ji 1'ê Sibatê û pê ve her roj di asta seferberiyê de serdana malbatan dikin, afîşan daliqînin û belavokan tbelav dikin.

Bi pêşengiya meclîs û komunên jinan ên girêdayî Yekîtiya Jinên Kurd  (YJK-E) a NRW ‘ê yê Elmanyayê li gelek bajaran standên agahdarkirinê hatin vekirin.

Bi hezaran belavok hatin belavkirin û li stantên ku li cihên qelebalix ên bajêr li Dortmund, Munster, Bîelefeld û Dûîsbûrgê hatin vekirin, bi hezaran belavok hatin belavkirin. Stand ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.