RAWA: Jinên Efgan û Kurd wê li dijî êrîşan bi hev re bixebitin

Civaka Jinên Şoreşger ên Efganistanê (RAWA) êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kir û diyar kir ku şoreşa jinên Kurd ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn çavkaniya hêviyê ye.

RAWA peyamek ji Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) re şand û bal kişand ser êrîşên dewletên dagirker û işaret bi berxwedana gelê Kurd bi taybetî jî ya jinan a li hemberî van êrîşan kir.

RAWA'yê êrîşên dewletên Tirk û Îranê yên li hemberî gelê Kurd bi tundî şermezar kir û ragihand ku şoreş û têkoşîna jinên Kurd ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê.

Di peyamê de hate gotin, "Weke jinên Efganistan û Kurdistanê em ê li dijî êrîşan bi hev re bixebitin. Dewleta Tirkiyeyê ya faşîst ne cara yekê ye ku êrîş dike. Bi salan e êrîşî gelê Kurd dike û şervanên jin ên Kurd şehîd dixe. Lê belê welatên cîhanê lihemberî vî sûcî helwestekê nîşan nade, bêdeng dimîne. Jinên Efgan bi jinên Kurd re heman dozê diparêzin. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin têkoşîna jinên Kurd a li dijî zext û dagirkeriyê. Em darvekirina çar girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin."