Viyan Soran hat bîranîn: Bû sembola îrade û berxwedanê

Ji fermandarên YJA Starê şehîd Viyan Soran li Cizîrê hat bîranîn.

Ji bo bîranîna gerîlaya YJA-Starê şehîd Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) a ku hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan 2’yê Sibata 2006’an de agir berda bedena xwe, çalakî hatin lidarxistin. Çalakî ji aliyê Kongra Star ve li Dêrik, Tirbespiyê û Til Temirê yên kantona Cizîrê hatin lidarxistin.

DÊRIK

Li navenda Kongra Star a li bajarê Dêrikê bîranîn bi beşdarbûna bi dehan jinan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Kongra Star Binefş Ebdo li ser şehîd Viyan Soran axivî û got: "Heval Viyan jineke Kurd ji eşîreke mezin ên li Başûrê Kurdistanê ye. Viyan li hemberî civaka feodal a ku jinan biçûk dixe serî hilda û di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dest bi rêwîtiya azadiyê kir."

Binefş Ebdo diyar kir ku Viyan Soran li hemberî komployên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê agir berda bedena xwe û “bû meşaleyek ku welat ronî dike”.

TIRBESPIYÊ

Endamên Kongra Star ên li navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek li ber avahiya xwe da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Belqîs Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şehîd Viyan temsîla zanebûn, îradeya xurt û berxwedanê dike. Şehîd Viyan li dijî siyasetên çewisandin û asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd bedena xwe kir xelekek ji agir û bû sembola berxwedanê.”

Di daxuyaniyê de soza şopandina xeta şehîd Viyan Soran û tevahî şehîdên azadiyê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate dayîn.

TIL TEMIR

Bi heman minasebetê Kongra Star civînek li avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê lidar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Kongra Star Gulbihar Kobanê axivî û got: “Ji bo rê li ber dijmin bê girtin divê asta berxwedanê were mezinkirin. Divê em kesayeta şehîd Viyan wekî mînak ji xwe re bikin. Divê em li ser şopa wê bimeşin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan Soran hat pêşandan û civîn bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.