BI DÎMEN

SMJÊ ji bo meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir

Jinên ji Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li bajarê Kolnê banga tevlîbûnê kirin.

Endam û rêveberên Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê, ku li dijî komploya navneteweyî tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Di peyama bi dîmen de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan işaret bi girîngiya tevlîbûneke xurt a li meşa 17'ê Sibatê hate kirin.

Jinan ji bo çareserî û azadiyê bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.