Li Elmanyayê nêzî 17 hezar zarokên keç di bin rîska sinetkirinê de ne

Li gorî Terre des Femmes, niha li Elmanyayê zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên bi sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar zarokên keç li Elmanyayê di bin rîskê de ne.

Bi koçberiya cîhanê re, kevneşopiya hovane ya sinetkirina keç û jinan li Ewropayê her ku diçe berbelav dibe. Li gorî rêxistina mafên jinan Terre des Femmes, niha li Elmanyayê zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar keç li Elmanyayê di bin xetereyê de ne.

Pisporê rêxistina mafên zarokan Plan International Edell Otîeno-Okoth got ku di 6’ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Li Dijî Sinetkirina Jinan de, ew dixwazin bi rêxistinên hevkar re ji ber vê rîska heyî di der barê sinetkirina jinan de hişmendiyê zêde bikin.

Nêzîkî 50 xalên pêwendî û şêwirmendiyê li dewletên federal piştgirî didin malbatên mexdûr. Bi heman awayî girîng e ku pisporên ji sektora tenduristî û civakî (wek pîrik, bijîşkên zarokan an xebatkarên civakî) agahdar bikin.

Pispor wiha got: "Ji ber vê yekê divê mijara sinetkirina jinan di mufredata perwerdeyê ya hemû pisporên di warê tenduristî û civakî de cih bigire."