'Li ber çavên cîhanê jin tên qirkirin'

Samîra Sharîfî ya ku neçar ma ji Efganistanê bireve, got: “Sibehekê jinek ji ber ku qebûl nekiriye bibe jina sêyem a zilamê ku bi zorê pê re hatiye zewicandin wê were şewitandin. Îstîsmara giran a li ser jinan pirsgirêka hemû cîhanê ye.”

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hevalbendên wê yên ku beriya du salan ji Efganistana ku 20 sal di bin kontrola wan de bû vekişiyan. Jin û zarok di destên Talîbanê hişt ku yek ji rêxistinên herî radîkal ên mêrkujî yê li cîhanê tê zanîn û zilma li ser jinan ji nedîtîvî ve tên..

Di 72’yê Îlona 2021’an de pêkanîna yekemîn a hikûmeta nû ya Talîbanê ya hemû mêr in, di 8’ê Îlonê de bi gotina "ne hewce ye ne jî guncaw e" werzîşê li jinan qedexe kir. Piştî vê yekê di 17’ê Îlona 2021’an de "Wezareta Jinan" hat girtin û li şûna wê “Wezareta Belavkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” hat damezrandin. Rakirina kar û xebatên Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan li welat yek ji wan kiryarên pêşî bû ku li gorî rejîmê pêk hat.

Samîra Sharîfî ya ku bi bi hevjînê xwe re ji Efganistana ku di bin kontrola Talîbanê de bû reviyan, jineke xwenda bû û di warê dîplomasiyê de dixebitî. Niha ew dixwaze fêrî Fransî bibe û jiyana xwe bidomîne. Fikrên wê li ser jinên din ên li pey wan mane ye û wiha got: “Dirûşma jinên Efgan ên li dijî Talîbanê şer dikin, heman dirûşma jinên Kurd e ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikine. Ev jî pêşî hêviyê dide min û paşê jî dide hemû jinên me yên ku niha li Efganistanê ne.”

‘DEMA KU EM SERÊ SIBÊ ŞIYAR DIBÛN ME KABÛS DIDÎT’

Sharîfî çîroka zarokatî û reva ji Efganistanê wiha vegot: “Helbet Talîban ji nişka ve derneketiye holê. Di jiyana me de her dem li wir bû. Ez jî wisa mezin bûm. Lê belê, malbata min li dijî pîvanên wan bûn. Ji ber vê yekê hemû jinên malbata min xwenda bûn û diçûn zanîngehê. Dîsa em bi zilamên ku li zanîngehê dixwendin re zewicîn. Malbata me ev yek weke hişmendiyek di nava me de hişt. Lê belê, gava ku me sibehek çavên xwe vekir, dema ku em hişyar bûn me kabûs dît. Wê niha çi dibe? Wê jiyana me çi bibe? Ez xwe bextewar dîtinê weke zilmê dibînim. Ji ber ku ez  reviyam. Ez reviyam ji ber ku derfeta min a aboriyê ji xwişkên min ên din zêdetir bû. Ê ew ê din? Her roj ez bi vê xemginiyê şiyar dibim."

Sharîfî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li ber çavê hemû Rojava û DYE’yê komkujî li ser jinan pêk tê. Wek ku di daxuyaniya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a di 10'ê Tebaxa 2023’yan hat weşandin de 'Krîza însanî ya di bin desthilatdariya Talîbanê de ev 2 sal in kûr dibe û îstîsmara giran a li ser jinê' pirsgirêka hemû cîhanê ye. Ji bo hemû cîhanê beşdarî têkoşîna wekheviyê dibin kêliyeke ku em wenda bikin tuneye. Em daketin kolanan û em vê yekê didomînin, lê li gorî ku tê xwestin hevgirtinek tuneye. Baş e, em hatin û me mafê rûniştina li vir stend, lê yên ku li dû xwe mane? wê çibine ji wan keçên me?”

DÊ CÎHAN BIBE ŞAHID KU LI QADÊ JINEKÊ BIDIN BER KEVIRAN

Sharîfî anî ziman ku bi hatina rejîma Talîbanê re, hemû mekanîzmayên ku jinan li dijî tundiyê diparêzin, bi lez û bez ji holê hatin rakirin û wiha domand: “Ev tê wê wateyê ku jinên rastî şîdeta malbatê hatine êdî mekanîzmayên giliyê bikin nemaye. Sibehekê dinya dê şahidiya kevirkirina jinekê li meydanê bike. Sibehekê jinek ji ber ku qebûl nekiriye bibe jina sêyem a zilamê ku bi zorê pê re hatiye zewicandin wê li meydanê were şewitandin û wê dinya dîsa şahidiya vê yekê bike. Em dizanin ku ev ê bibe. Pêvajo wê heta wê demê biçe. Û em ê li malên xwe yên bi ewle xewna xwe ya 'femînîzmê' temaşe bikin. Bi wehşeta bombekirina bermahiyên çandî yên kevnar ên salên 90'î, jêkirina tiliyên muzîkjenan, li gorî qanûna şerîatê darvekirinên li kolanan, temaşekirina rêzefilmên televîzyonê û wê li cihê mayî berdewam bike.”

DIRÛŞMÊN JINÊN KURD Û JINÊN EFGAN YEK E

Ji bilî hevjîna wê malbata Sharîfî li Efganistanê mane. Carinan nikarin bi telefonê bi hev re biaxivin û ji ber vê yekê bi fikar e. Me dirûşma Jin Jiyan Azadî ji bo wê tê çi wateyê jê pirsî û wiha bersiv da: “Haya min ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Kabîl-Efganistanê heye û min daxuyaniyên wan xwend. Weke ku wan behs kir dirûşma jinên Kurd ên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin û jinên Efgan ên li dijî Talîbanê şer dikin yek e. Ev pêşî hêviyê dide min û paşê jî dide hemû jinên me yên ku niha li Efganistanê ne.”