Banga ji bo 1’ê Gulanê: Em xwedî li ked û demokrasiyê derbikevin

Di çalakiyên li gelek bajaran hatin kirin de, bi wesîleya 1’ê Gulanê bang li her kesê hate kirin ku biherikin qadan.

BANGA 1’Ê GULANÊ

Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û li dijî kedxwariyê biryardariya têkoşînê hate destnîşankirin.

DENÎZLÎ  

Platforma 1’ê Gulanê ya Denîzliyê li avahiya Cemiyeta Rojnamevanan a Denîzliyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê yê Denîzliyê Mehmet Sarica yê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Hebûna me ya di 1’ê Gulanê de ya li qadan xwedî derketina li kar, aş, nan û keda me ye. Hebûna me ya di 1’ê gulanê de xwedî derketina heq û hiqûqa me, daxwaza me ya edaletê ya di dahat, bac û welat de ye. Hebûna me ya di 1’ê gulanê de xwedî derketina sendîkayî bûn, mafê me yê rêxistinbûn û grevê azadiya îfadeyê an ku demokrasiyê ye. Em ê weke Komîteya Amadekar a 1’ê Gulana 2024’an li dijî vê pergala bêedalet hemû gelê xwe di 1’ê Gulanê de saet di 14.30’an de vedixwînin ku li Qada Çinarê kom bibin û ber bi Qada Ûlûsê ve bimeşin.”

EDENE

Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan û Baroya Edeneyê dê bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, bêewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” di 1’ê Gulanê de saet di 15.00’an de li ser Pira Kasim Gulek ber bi Qada Ûgûr Mûmcû ve bimeşin.

Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê, ji bo tevlibûna mitîng û meşa di 1’ê Gulanê de bang bike li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Edeneyê daxuyanî da.

Serokê Şaxa Egîtîm Sen’a Edeneyê Fatîh Toprak ê di daxuyaniyê de ewilî axivî, bang li hemû beşên civakê kir ku di 1’ê Gulanê de bên bahev û têbikoşin.

Endamê MYK’a KESK’ê Erdal Karakûş jî diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û wiha got: “Em ê ji bo welatekî ku wekhevîxwaz, azadîxwaz, aştîxwaz, gel û cudahî bi hev re weke xwişk û bira bijîn û ji bo pêşerojê em ê li qadan bin.”

ANTALYA

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Antalyayê ji bo 1’ê Gulanê banga tevlîbûnê bike ş, avahiya sendîkayê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz a di daxuyaniyê de metna çapemeniyê xwend, hemû kedkarên xizmetên civakî û tenduristiyê vexwendin 1’ê Gulanê û wiha got: “Em ê ji bo ked, wekhevî, azadî, demokrasî, aştî û laîktiyê gotina xwe dubare bikin em ê di 1’ê Gulanê de bi gelê xwe re mil bi mil li qadên 1’ê Gulanê bin. Îçoz, bi lêv kir ku dê di 1’ê Gulanê de saet di 14.00’an de li Parka Aydin Kanza bin.

ÊLIH

Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku dê li Parka Jinan a 8’ê Adarê li dar bixin, li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî xizanî, bêewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” hate hilgirtin. Ji bilî pêkhateyên platformê Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdar bûn.

Ramazan Bîlmez ê li ser navê platformê axivî, destnîşan kir ku dê di 1’ê Gulanê de li qadê bin û wiha got: “Ji bo ku bibêjin Jin jiyan azadî, ji bo ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk û aştiyane em ê qadan dagirin. Niha dem dema mezinkirina têkoşîn, hêvî û piştevaniyê ye.”

Sekretera jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyûn jî ev tişt gotin: “Em li bende ne ku li dijî xespkirina mafên jinan û gelan bi hev re ji bo bêjin azadî û wekhevî li qadan bin.”