Li Reqayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan konferansa jinan destpê kir

Li Reqayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansa jinan destpê kir.

Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" li Hola Mişwar a li Reqayê destpê kir.

Konferans ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hatiye organîzekirine. Endamên her du saziyan, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, nivîsgehên jinan ên partiyên Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan ên herêmê tevlî bûn. Her wiha kesayetên serbixwe, wêjevan, helbestvan û bijîşkên jin, hin mêvan ji Şamê, Hims, Hema û Laziqiyeyê tevlî konferansê bûne. Dê ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilat dê tevlîbûn bi rêya Zoomê çêbe.

Di konferansê de dê mijarên sereke wekî ‘Encamên Komploya Navneteweyî û bandorên wê li rewşa siyasî’, ‘Sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gorî pîvanên navneteweyî’ û ‘Pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’ bên nîqaşkirin.

Di konferasê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Me bersivandina berxwedanê û parastina destkeftiyan ragihand. Îro jî li vê holê pêkhateyên ku li hember rêxistina herî terorîst (DAÎŞ) li ber xwe dane û bi ser ketine, kom bûne."

Zelîxe hişyarî da ku dewleta Tirk ji DAÎŞ’ê xeternaktir e û wiha domand: "Dewleta Tirk çavnebariyên xwe li Rojhilata Navîn aşkera kirin û li herêmên ku dagir kirine komkujî kirin. Gelek dewletan komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nas kirin."

Zelîxe Ebdî destnîşan kir ku dewleta Tirk dê negihêje armanca xwe û anî ziman ku projeya neteweya demokratîk bersiva siyasetên dagirkirinê ye.

Ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî, Zelîxe Ebdî ev bang kir: "Ji bo ku em komployê têk bibin, divê jin dengê xwe bikin yek û bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî soza mezinkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan ta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Konferans bi axaftina endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û helbestvan Medya Silêman û nîqaşkirina mijarên navborî berdewam e.