Jinan hesab ji berpirsyarên erdhejê pirsîn

Jin di salvegera erdhejên 6'ê Sibatê de daketin qadan û gotin "Jin ji bîr nakin, efû nakin, hesab dipirsin."

Jin Bihevre Bihêzin bi şîara "Jin hesab dipirsin” di wesîleya 1'emîn salvegera erdheja 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, daketin qadan.

STENBOL

Jinan ji ber Sûreya Opera ya Kadikoyê heta Qada Kadikoyê meşiyan û pankarta "Jin ji bîr nakin, efû nakin, hesab dipirsin", "Ma rihna nihna hon", "Em di şînê de ne" vekirin. 6’ê Sibatê em di îsyanê de ne”, "AKP wê hesab bide gel", "Em bêdeng nabin, natirsin." Em îtaat nakin”, “Jin dimeşin, serhildana me mezin dibe”, “Jin Bihevre Bihêzin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Seçîl Murtazaoglûyê ku li ser navê jinan daxuyanî xwend. 

Seçîl Murtazaoglû diyar kir ku jinên ku ji roja ewil a erdhejê heta niha li herêmê pirên hevgirtinê ava kirine û wiha got: “Em ê ji kesên ku karesata xwezayî veguherandine felaketê, hesab bipirsin! Tiştê ku di erdhejê de qewimî me ji bîr nekir, em efû nakin! Û em baş dizanin ku femînîstên ku piştgirî didin jin û zarokên ku herî zêde ji erdhejê zirar dîtine, Em ê piştî salan jî hevgirtina xwe berfireh bikin û li her qadê hesab bipirsin. Em ê têkoşînê mezin bikin û ev hikûmet, sermaye û baviksalarî di bin xirbeyên ku afirandiye de wê bên veşartin.”

ÎZMÎR

Platforma Jinan a Îzmîrê di salvegera erdhejên 6'ê Sibatê de li ber Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan zincîra mirovan ava kir û heta Gara Trenê ya Alsancakê meşiyan. Di meşê de pankartên “1912 zarokên bêkes li ku ne?" û "Em dengê mexdûrên erdhejê ne" hatin hilgirtin. Di meşê de jinan bê navber dirûşmên "Ev ne erdhej e, komkujî ye", "Jin dê ji kujeran hesab bipirsin" û "Em ji bîr nakin, efû nakin, hesab bipirsin” berz kirin.

Endamê Platformê Denîz Uslu ku piştî meşê daxuyanî da û got, “Tevî ku salek derbas bû jî kesên aqûbeta wan nediyar hene. Di vê heyamê de bi sedan zarok şandine mezhebên olî. Di heman demê de di nava mexdûrên erdhejê de cihêkariya nasname û baweriyê kirin.  Ev polîtîkaya hikûmetê ye ku bi tevahî gelê Elewî bi taybetî yên li Hatayê ji nedîtî ve tê û hewl dide hê zêdetir êrîşî wan bike. Piştî erdhejê gelek jin bêkar man. Jin ji bo jiyanek ewle û bajarên ewle wê têkoşîna xwe bidomînin.”

MÊRSÎN
Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo bîranîna kesên di erdhejên navenda wê Mereş bû de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Jinên li Kolana Kuşîmoto hatin cem hev û heta Qada Aştiyê ya Ozgecan Arslan meşiyan û dirûşmên "Em bêdeng nabin, natirsin. em îtaat nakin" û "Jin wê ji AKP'ê hesab bipirsin” berz kirin. Piştî meşê jinan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi qurnefîlan bi bîr anîn.