BI DÎMEN

'Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşa vejînê ye'

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen diyar kir ku pêwîste jin hemû xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin, ji ber ku şoreşeke vejînê afirand.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diayr kir ku di şexsê Ocalan de êrîş li jinan hemûyan hate kirin.

Şêrîn Hesen di destpêka axaftina xwe komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir û got, "Dema em komployê dinirxînin, em di kesayetiya Rêber Apo de teng nahêlin, ji ber ku di bingeha komployê de êrîş li hemû gelê Kurd û gelê azadîxwaz û bi taybetî li jinê hate kirin."

Şêrîn Hesen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rê li hemberî nûbûyînê ji bo jinan vekir û di nav wan nûbûyînan de kesayeta jinê vejand. Şêrîn Hesen got, "Berî rabûna Rêber Apo gelek fîlozof, kesên şoreşger û siyasetmedar derketin holê û ji bo dozên civaka xwe têdikoşiyan û guhertin û veguhertin di hundirî civaka xwe de didan çêkirin. Lê mixabin ji aliyê jinê ve her tim xwe kilît dikirin û nebûn bersiv ji bo pirsgirkên civakê yê ku sedema wê ya sereke jî koletiya jinê ye. Em dibînin ku ji dîrokê ve dema rêbaza fikirandina însan bi pêş ket weke mîtolojî, felsefe, ol û zanist, rola jinê her tim windayî bû. Ji ber ku her tim bi nêrîneke biçûk li jinê dinêrîn û bi wê nêrînê jî civak didîtin; nikarîn nûbûyînekê ji bo çareserkirina pirsgirêka civak û jinê bidîtana. Lê kesayeta Rêber Apo dema ku dest bi avakirina tevgera azadiya Kurdistan kir herî destpêkê mijara jinê û pirsgirkên wê da pêş, nirxand. Di pirtûka Rêber Apo de ya Sosyolojiya Azadiyê pirsekê dike ku 'Çima jiyan du alî ye? Mirov li gerdûnê dinêre her tiştên wê du alî ne Nêr û Mê ji ber wê ev pirs e ne pirsgirêk e' Çima rêbertî dibêje ev mijar pirs e ne pirsgirêk e? Ji ber ku di rastiya civakê de ev mijar bûye pirsgirêkek û di navbera jin û mêr de qutbûyîneke mezin çêbûye. Dema rêber Apo vê yekê dibêje di nava me de fikirandinek da avakirin, ku çima heya niha pêşengên jinê negihiştin armancên xwe. Di heman demê de gelek şoreş jî rabûn weke Şoreşa Fransa, Rûsya û gelek şoreşên din. Gelo çima jin di nava van şoreşan de mafê xwe bidestnexistine, li gorî ku jin di şoreşên dîrokî de bi roleke sereke rabûn. Bi nêrîna min yek ji sedemên sereke ji vê pirsgirêkê re ku sîstema li ser koletiya civakê  di kesayeta jinê de ji Sumeran ve hatiye belavkirin hîn jî di mêjî û hizira însanên me de xwe dide dewamkirin. Lê Rêber Apo ev hemû pirsgirêk bi taybetî pirsgirêka jinê nirxand û weke vejînekê di doza azadiya jinê de çêkir. Di salên 90'î de jî artêşbûyna jinê da îlankirin û damezrandin û di sala 1996'an de projeya îdeolojiya rizgariya jinê ku pênc bendên wê hene çê kir. Li kêlek wê zanista Jin û Jiyanê 'Jineolojî ' diyar hemû jinan kir."

'KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO LI DIJÎ ŞOREŞA JINÊ BÛ'

Şêrîn Hesen di dewama axaftina xwe de wiha got, "Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo eger em di xeta wê ya zirav de binirxînin, em dikarin bêjin ku di şexsê rêber Apo de şoreşa jinê kirin hedef. Ji ber ku rêbertî careke din hebûna jinê derxist pêş û rastiya jinê ku hatibû veşartin dîsa vejîn kir û mijara jinê vegerand dozekê. Cara yekem ji dîrokê ve kesayetekî weke rêber Apo bi vê fikir û felsefeyê û berfirehî rastiya jinê derxist holê û ji bo azadiya jinê têkoşiya. Bêguman dema em dibêjin azadiya jinê azadiya civakê ye û azadiya hemû jiyanê ye. Ji ber wê rêber Apo xwest şoreşekê di hundirê civakê de çêke û civaka bi rola sereke bilîze."

'RÊBER APO RÊBERÊ HEMÛ GELÊ AZADÎXWAZ E'

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen got, "Ji xwe fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo jina Kurd bû, ji bo azadiya hemû jinên cîhanê bû. Mînaka vê yekê jî di konferanseke Jinên Cîhanê li Ewropayê, jineke Efrîkî piştî ku fikir û felsefeya Rêber Apo hat nirxandin got 'Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd û jina Kurd tenê ye; rêberê gelê azadîxwaz û bindest e'. Bi vê gotinê teqeziya ku Rêber Apo rêberekî cîhanî ye eşkere dibe."

Şêrîn Hesen di dewamiya axaftina xwe de wiha got, "Komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li dijî Rêber Apo pêk hatiye em şoq kir. Her wiha rêbaza ku rêbertî revandine gelek bi êş bû. Ji ber ku di navbera gelê Efrînê û Rêber Apo de girêdaneke bêsînor hebû di wan dema de û heya niha em her roj bi roj difikirin ku çawa em ê vê komployê têk bibin û bibin bersiv ji vê bêbextiya navneteweyî. Efrîn weke tê zanîn bi bajarê jinê tên naskirin û bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêve dibir û jinên Efrînî jî bi doza rizgarkirina jinê yê ku rêber Apo ji me re pêşkêşkirî têkoşîn dikin. Ji ber wê jî em şerê Berxwedana Serdemê yê ku 58 rojan ji berxwedanê derbas kir weke dewamiya komployan navneteweyî ya li dijî rêber Apo pênase dikin. Ji ber ku herêma Efrînê bi fikir û felsefeya rêber Apo xwe birêve dibir, ji ber wê jî Tirkiyeyê bi rengekî hovane êrîş kir û di 18'ê Adara 2018'an de dagir kir. Em jî weke jinên Efrînê me ji kaniya azadiya rêber Apo vexweriya ji ber wê em rojane têkoşîna xwe bilindtir dikin heta ku em vê komployê têk bibin."

'BILA DOZA HEMÛ JINAN BIBE DOZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO'

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got, "Dewleta Tirk xwest ku Îmraliyê weke cihekî tê de dengê rêber Apo qut bike û tê de biçewsîne bide çêkirin. Lê rêber Apo Îmrali veguherand navenda belavkirina fikirê azad. Ji ber wê tenê bi xwe kûrkirin di fikir û felsefeya rêber Apo de em armancên xwe pêk bînin û rêberê xwe azad bikin. Her wiha banga me ji Şehbayê ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re heye ku xwedî li azadiya fîzîkî ya rêber Apo derkevin. Ji ber rêber Apo ne tenê ji ber ku ji bo gelê Kurd  û jina Kurd têdikoşiya dîl hate girtin, ji ber ku ji bo azadiya hemû gelên azadîxwaz û cîhanê têdikoşe li Îmraliyê tê hiştin."