'Jin a hilberîner û rêxistinkirî jin a herî bedew e'

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû işaret bi girîngiya nîqaşên li ser etîk û estetîkê kir û got, "Ji wê derê divê em polîtîkayan hilberînin, têkoşîna rêxistinbûyî bimeşînin, xwe biparêzin. Bi dîtina min jin a herî bedew ev e."

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya Xwebûnê ya li Jin TV bû û Îdeolojiya Rizgariya Jinê û estetîk nirxand.

Çîgdem Dogû bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.

Sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr, estetîkê çawa dinirxîne?

Ev pirsa we pir girîng û jiyanî ye. Lê ji bo bibersivînim dixwazim vî tiştî bêjim. Di pergalbûna kapîtalîzmê de hindek faktorên bingehîn hene. Me di beşa borî de got, jin bi taybetî li Ewrûpaya Rojava ewqasî ji qetlîaman derbas bûn, cadû hatin şewitandin, ev faktorek bû. Li gel vê yekê faktora din jî feraseta zanistperest, feraseta pozîtîvîst e. Di zanistperestî de feraseteke wiha heye ku li şûna ku civakên xwezayî bi yekgirtî bigre dest, heqîqetê parçe dike. Di bin navê baştir analîz bike, heqîqetê derxîne holê de rastiyan parçe parçe dike. Ev feraseta zanistperestiyê bi polîtîkayên ku pergala kapîtalîst li dijî civakê dimeşîne re, bi polîtîkayên li dijî jinan re bûye rêbazeke esasî. Dema vê pergalê derbas dikin dibêjin divê teqez vê rêbaza zanistperestiyê derbas bikin. Ji ber ku heta em derbas nekin nikarin derkevin sînorê ku pergal diyar kiriye jî. Ev çima girîng e an jî çi eleqeya xwe bi mijara me re heye? Desthilatdariya serdestiya mêr ji roja ewil ve her tiştî parçe kir. Me got jin, civak û exlaq sêcareyeke bingehîn e. Di pêşveçûna baviksalarî de jin li malê hat hepskirin û ji civakê hat dûrxistin. Kapîtalîzm vê rêbaza desthilatdariyê ya ku her tiştî parçe dike bi zanisttir kir. Niha jî bi awayekî profesyonel vî karî dike. Civak û takekes hatine parçeweslekirin. Hewil didin civak û exlaqê ji hev qût bikin. Niha tam qût nebûye û em jî têkoşîna vê didin. Hewil didin jinê ji civakêî ji exlaqê bi tevahî qût bikin. Rastiya jiyaneke ku parçe parçe tê kirin heye. Dema em di nêzîkatiya pergala kapîtalîst de etîk û estetîkê digrin dest dibînin ku ew jî hatine parçekirin. Ji ber ku me di axaftinên xwe yên berê de jî got etîk û estetîk nabe ji hev veqete. Yekbûna wan bedewiyên mûezem, nirxên wateyê ava dikin û mirovan bilind dikin. Ya berovajiya wê kirêtî û xirabiyê derdixe holê. Em niha pêvajoyeke wiha dijîn. Bi taybetî jî xala ku êrîş dike û zeyîf dike avahiya exlaq a civakê ye. Şerê taybet herî zêde li vir derdikeve holê. Takekes niha nikare ji civaka xwe hêz bigre. Ferdperestî û lîberalîzm ev e jixwe. Ferd heta jê tê di nav dijberî, hêrsa pere, jiyaneke rihet-bikonfor, xweşik, bi erebe de ye. Rastiya mirov û takekesa/ê ku di nav xeyala jiyaneke sivik de hatiye hepskirin heye. Lê ji aliyê din ve jî tu civakê dinêre; civak nikare bi çanda xwe, bi zimanê xwe, bi dînamîkên xwe yên cewherî, bi aborî û xweparastina xwe, bi polîtîkayên xwe yên tenduristî, dezgehên xwe yên perwerdeyên cewherî bijî. Ferd ji vana hêzê nagire. Ev jixwe nînin, netewe dewlet heye, dewlet heye, desthilatdar heye, serdestiya mêr heye. Ji aliyê din ve jî rastiya civaka ku hatiye zeyîfkirin, qada wê hatiye tengkirin heye. Jixwe exlaqê teng kirine û bi jinê ve girê dane. Mînak bi têkiliya jin û mêr ve girê dane û ji vê re jî gotine namûs. Dizî, qetlîam, tecawiz, taciz, heta zarokan îstîsmara zayendî û kedê her tiş heye. Nasnameya neteweyî û çandî jî hêmaneke bingehîn a exlaqê ye. Mirovek bi zimanê xwe bi axive ev aliyekî pir girîng a exlaqê îfade dike. Kapîtalîzm çi dike? Hewil dide wek sîlîndîrekî biperçiqîne. Cihêrengî nemaye. Exlaq çeşîtdariya çandî jî îfade dike. Cudabûn nemaye, her tişt hatiye wekhevkirin. Kapîtalîzm her tiştî mîna robot kiriye, teknîkî kiriye, bi îndustriyalîzmê re derbasî hilberîna fabrîkasyonê bûye, her tiştên madî-manewî veguheriye pere. Ev hemû bêexlaqiyê pêş dixin. Bi vî awayî jinê tenê dihêlin û derewên ‘jin azad e’ dikin. Jixwe tu mirov nikare bi tena xwe azad be. Ne tenê ji bo jinê derbasdar e lê ev tenêtî bêhtir li ser jinê tê ferzkirin û jin tê bêîradekirin.

Ev azadiyeke ku di vîtrînê de tê nîşandan e.

Kapîtalîzma Rojava vê nasnameya jin a ku di nav avahiya civakî de pêş dikeve wek tîpa îdeal û modern jî pêşkeş dike. Lê em dizanin li vir azadî nîne. Mirov li îstatîstîkan jî binêre wê bibîne ku li Rojhilata Navîn tundî, xwekuştin, qetlîamên jinan pir zêde ye lê di civaka Rojavayî de li Amerîka û Ewrûpayê hîn zêdetir e. Ew jinên qaşo azad tên binavkirin jî di nav vê pergalê de parçebûneke mezin dijîn. Hest, fikr û bedena wê tê parçekirin. Parçebûn û metakirineke ku herî zêde li ser bedena jinê tê ferzkirin heye. li vir berevajîkirinek heye. Ji exlaqê dûr ketin, ji civakê dûr ketin heye. Serdestiya mêr jî êdî cinewarî dibe. Têkiliyên jin û mêr jî hevsengiyekî îfade dike. Dewlet, pergala emperyalîst, serdestiya mêr heta jê tê xurt dibe; ji aliyê din ve civak jî heta bêserûbin bê hêz tê hiştin, civakê bêçek, bê perwerde tê hiştin û ji tenduristiyê dûr tê hiştin. Jin jî bi vê re rû bi rû tê hiştin. Kendaleke mezin derdikeve holê. Jiyan ji jiyanbûnê tê derxistin. Rêbertî dibêje, “pirsgirêka civakî ya bingehîn ew e ku jiyan ji jiyanbûnê tê derxistin. Civak ji civakbûnê tê derxistin.” Birastî jî tespîteke pir girîng e. Pergala kapîtalîst, aqilê mêrê serdest, aqilê kapîtalîst vê yekê çawa kir? Zanist ewqasî pêş ketiye, asteke muezem a zanyariyê heye lê zanyarî ji exlaqê dûr ketiye, ji feraseta rast a estetîkê dûr hatiye hiştin. Xweşikî di ferd û civakê de meylekî hûndirî ye û her tim lêgerîneke xweşikbûn û evînê heye. Ev lêgerîneke pir girîng û biwate ye. Ji ber ku pergala kapîtalîst di nav krîzeke pir kûr de ye û di destê wî de ti tiştekî pê bigre nemaye vana dişûxilîne. Naxwe, wê civakan çawa qaneh bike. Tenê bi zext û tundî re mirov û civak nikare bê tepisandin û bê îrade bibe. Li vir lîstokên zîhniyetê hene. Li vir gelek rehend hene. Em ji polîtîkayên zextê bigrin heta şerê taybet. Yek ji aliyê herî bingehîn jî bikaranîna etîk û estetîk e. Etîk û estetîk yek e, lê pergal estetîkê li hemberî etîkê dişûxilîne. Xweşikbûnê li dijî exlaqa civakê, li dijî xweşikbûna jinê û yekbûna jiyanê dişûxilîne. Gelek operasyonên têgihanê li ser vê bingehê pêş dikeve. Bifikirin ku îndustriya herî zêde pere dide. qezenckirin îndustriya çek û kozmetîk e. Bezareke pir mezin heye. Jixwe çek bi şer, koç û zextê re civakê ji civakbûnê derdixe. Li cihekî şer hebe li wir dizî heye, talan heye, qetlîama jin, koç her tişt heye. Gelek pirsgirêkên exlaqî hene. Lê ya herî zêde dide qezenckirin jî ev qad e. Ango wê şer berdewam bike. Qada din jî qada xweşikbûnê ye. 

Bi estetîkê êrîş dike.

Bi estetîkê êrîş dike, wek çekekî dişûxilîne. Lewra jî, wek Tevgerên Jinan vê yekê çareserkirin pir girîng e. Wek şoreşa civakî jî girîng e. 

Ez dixwazim vê bipirsim. Estetîk tenê bi vê re sînordar tê hiştin lê ez dibêjim ev jî pir aciz dike û nexweş e. 

Amûreke şer e. Em nikarin wiha paqijane binêrin. Jinek dixwaze xweşik bike, serçavê xwe boyax dike. Ameliyatên estetîkê dibe. Ji bo laşê jinê standart tên diyarkirin. Demekî digotin 90-60-90, demekî digotin bedena sifir. Lê te çi eleqedar dike ma ne xweşikbûn tiştekî çandî ye. Pergal çima ewqasî mûdaxele dike? Ji ber ku li wir operasyonek heye. Li seranserê cihanê jin ji bo xweşik bibin di nav pêşbirkê de ne. Niha mêr jî wiha ne. Ji bo meran jî bezarek vebûye. Cînsîtî jî di nav vê de ye. Mer û jineke ku ewqasî bi bedena xwe re mijûl dibin wê çawa bi wate re mijûl bibin, ji bo azadiya xwe bifikirin. Wê çiqasî fêm bikin ku pergala serdestiya mêr vê yekê dike. Şerekeî pir mezin heye. Li nexweşxaneyan anestezî heye. Tu diçî nexwweşxane, nexweşiyeke te heye û tu yê ameliyat bibî; destpêkê anestezî dikin. Ango ditevizînin. Ev têgiha anestezî jî ji têgiha estetîkê derketiye. Dema tu qertafa neyînî dideyne pêşiya estetîkê tê wateya ‘hîsnekirin’. Ev di bijîşkê de wiha tê bikaranîn. Em estetîkê wekî derziyeke bifikirin. Pergala kapîtalîst estetîka ku naveroka wê vala kiriye, parçe kiriye weke derziyekî li mirovan dide û wan ditevizîne. Têgihiştinê vediguherîne tênegihiştine. Li ser jinê operasyonên arîşe û sergirtî hene. Meyil û xwezabûneke wiha hûndirîn ji naveroka wê derdixin û vediguherînin robotekî nava wî vala. Di dîmen de xweşikiyeke çêdikin. Ma xweşikiyeke wiha dibe? Nirxên te yên exlaqî û zanabûna te nîne. Daneheveke te ya dîroî, nerîneke te ya sosyolojîk, felsefeyeke te nîne.

Ev li hemberî ‘Xwebûn’bûnê jî şerek e. 

Teqez wiha ye. Li wir tu ne tu yî. Tu dibe jineke ku ji aliyê pergalê ve hatiye avakirin. Mêr jinên di pîvana 90-60-90 de an jî jina de bedena sifir de diecibînin. Tu jî yekser dibêje dive ez jî di bedena sifir de bim. Li gorî pîvanên ecibandina civaka xwe an jî li gorî pîvanên ecibandina xwe nakim. Hinek kes min beralî  dikin. Dibêjin divê biriyê wê, çavê wê, bêvil û laşê wê wiha be. Yek tîp tê avakirin. Vê jî qaşo di bin navê cudabûnê de dikin. Di reklama de derewa herî zêde tê şixûlandin jî ‘cuda be, nû bibe’ ye. Lê mirov lê dinêre ne cuda ye. Tm jî standartek heye. Hemû di heman kîloyê de ne, heman cilan li xwe dikin, bêvilê wan yek tîp e. Em li derdora xwe binêrin, herkes ameliyata bêvil çêkiriye, bêvila her kesî eynî ye. Çima bila eynî be? Di civakê de dibêjin ya Xwedê çêkiriye. Ew xweşşikiyek e, xwezaya te ye. Ya herî xweşik jî ew e. Tu çima îleh wê diguherîne? Tu çima bedena xwe ewqasî teslîmî kapîtalîzmê dikî? Ev tenduristiyê jî bandor dike. Jin dema hewil diin kîlo bidin, dimirin. Ji ber ameliyatên tên kirin dimirin. Nemirin jî şerpeze dibin. Li hemberî tenduristiya jinê êrîşeke cidî heye.

Ev çavderiya min e. Ez difikirim ev feraseta çelexwarî ya estetîkê herî zêde li Rojhilata Navîn tê kûrkirin. 

Ya rastî li Rojavayê cîhanê jî pir kûr e lê yên li wir kapîtalîzmê zûtir nas kirin. Ev jî şîroveya min a şexsî ye. Divê bê nîqaşkirin. Jinên Rojavayî rastî û zirarên ku îndûstriyalîzm derxistine holê baştir nas kirin. Lê li wir jî bezareke cidî heye.

Erê lê li Rojhilata Navîn polîtîkayeke taybet tê meşandin.

Ji ber ku Rojhilata Navîn qadeke ku naye zeftkirin û nakeve bin heqîmiyetê ye. Polîtîkaya ‘destpêkê li jinê bide, jinê bê îrade bihêle’ polîtîkayeke împeryalîst e. Stratejiyeke ku dibêjin ‘ka em vê jina Rojhilata Navîn ji rê derbixin, bikşînin ber bi xeta kapîtalîst ve. Wê demê em dikarin tevahî civakê jî bikin kapîtalîst’ heye. Li vir jî oryantalîzm û hewes Rojhilata Navîn bandor dike. Bombebaraneke dijwar a reklaman û li ser rêxistinên civaka sîvîl operasyonên belavkirinê hene. Hem di bingeh de hem jî bi rêka medyayê êrîşek heye. Wek mînak rêzefîlm li Rojhilata Navîn pir tê temaşekirin. Înternet ketiye her derê. Tîpeke jin tê avakirin. Lêgerînên jinên Rojhilata Navîn jî hene, her mirov xwedî lêgerîn e; tîpa xwe ya îdeal digerin. Lê kapîtalîzm tam jî di van lêgerînan de hewil dide xwe bi cih bike. Bezareke cidî hatiye avakirin û tê teşwîqkirin. Tu jinên serê wan girtî de jî vê yekê dibîne. Pergal di her yekê de bi şêwazên cuda van modelên jinên kapîtalîst bi cih dike. Ev operasyoneke cidî ye. Jin li vir ditevize. Jina xweşik, por, cil, pelav û hwd, hîn bername hene; bernameyên moda hene. Di wan bernameyan de ji çente heta pelav, ji makyaj heta por yek yek her tiştî dinirxînin. Ev pîvanek ava dike. 

Di vê dinyaya gewre de di gelek welatên cuda de jin heman pêlavê, heman cilî li xwe dikin. Ev tiştekî pir balkêş e. Li giştî cihanê hilberan bûye yek tîp, ev jî girêdayî vê ye.

Em faşîzmê bi gelek têgihên siyasî îfade dikin. Pênaseyeke faşîzmê jî moda ye. Modaya di vê terzê de ye. Gelê Kurd xwedî terzekî xweser a cil û berg e. Dema tu li cihekî dibîne tu dibêje ev Kurd e. Wek nasname ye. Çanda Kurd e, xweşik e. Lê tu rabe vê li seranserê cîhanê bike moda, biçe cilê Kurdî li xwecihiyên Efrikayiyan bike. Hewil bide li gorî modaya îndustriyalîzmê bike, ev ê bibe faşîzm. Dibe ku nikare bi darê zorê bi çek bike lê xweşikiyê wek çekekî ferz dike. Wek ku vebijarkên cuda pêşkeş dike xuya dike lê ev jî faşîzmek e, homojenbûyîn, wekhevbûyîn e. Li cihekî wekhevbûn hebe li wir azadî nîne. Jê re lîberalîzm tê gotin lê lîberalîzm azadîxwazî ye. Ez wek koka etîmolojîk a lîberalîzmê dibêjim.

Nava wê jî hatiye valakirin.

Dema em koka têgihê mêze dikin teqez ne azad e. Divê em ji pergala kapîtalîst re lîberal jî nebêjin. Bi tevahî pergaleke faşîst e. Vê yekê jî herî zêde li ser jinan ve dike. Li ser mêran heta li ser zarokan jî pêk tîne.  Niha zarokên keç hîn di temenê biçûk de wek jinên mezin tevdigerin.

Ji xwe re modelek ava dikin.

Hatiye fêrkirin. Divê tu her tim xweşik bî. Tamam bila xweşik be lê bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi zanabûna exlaqa xwe, hêza axaftin û hêza xîtaba xwe xweşik be. Çima bi biriyên xwe, çav û bedena xwe xweşik bibe? Dibe ku ez pir qelew bim lê fikrên min ên pir xweş hene, têkiliyên min ên pir biwate hene, ez karên pir xweş dikim. Dema wiha dibe mirov pir xweşik dibe. Ez yek ji vana nakim lê wekî bedenî pergal çi dibêje wê dikim. Xweşikiyeke wiha nîne, ev berevajîkirina kapîtalîzmê ye, anestezî ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa sê lingên esasî dike. Huner, werzîş û seks. We behsa çanda rêzefîlman jî kir. Li wê derê ne tenê estetîkê, heman demî exlaqê jî serûbin dike. Ew qerekter, rol û jiyanên ku wek rast e tên nîşandan...

Ez tam jî dixwazim vê bêjim. Bi tîpên qaşo di bin navê estetîkê de li ser te karesateke ferz dike. Têkiliyên di rêzefîlman de çiqasî seqet in ne wiha? Her tim fitne fesadî, komplo, xirabî heye. Bi wê xweşikiya diyar kirî re tu dinêre exlaqê vala derdixe, bêexlaqiyê ferz dike. Tu dibêje ka ez tiştekî xweşik binêrim lê tu ya bêexlaq digre, tiştên xirab tîne bîra te. Ez temaşe nakim lê carîna ji bo fêm bikim mêze dikim. Dibêjim gelo ev fîlm ji aliyê sosyolojîk ve dixwaze çi bêje? Ez dibêjim ma civak dibe ewqas xirab be, mirovek ji bo dayîka xwe, xwişk û bûka xwe ewqas dikare xirab bifikire? Rast e di civakê de her tim nakokî hene. Lê ma ev nakokî dibe ewqasî mîna komplo bin? Tînin bîra te. Stratejiyeke pir cidî ya ferzkirina bêexlaqiyê heye. Divê em wek tevgerên jinan hîn cidî û baldartir lêhûrbûn bikin û stratejî pêş bixin. Li hemberî stratejiyên ku etîkê ji estetîkê vediqetînin divê em jî stratejiyên etîk û estetîkê tînin gel hev bimeşînin.

Baş e em niha werin alternatîfa wê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje şoreşa jinê şoreşa etîk û estetîkê ye. Ev gotineke pir girîng e û divê li ser bê nîqaşkirin. Hûn çawa digrin dest. We bixwe di sehaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de perwerde jî dîtiye. Nerîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derheqê etîk û estetîkê de çawa ye, ew çawa şîrove dike?

Ev pergala kapîtalîst çawa nêz dibe Rêber APO berevajiya wê dike. Helbet naverokeke wê ya pir dewlemend heye. Pergal çawa ji hev qût dike, Rêber APO jî hewil dide bîne gel hev. Estetîkeke ji etîkê qût nabe. Pirsgirêk ne tenê şexs in. Em xwedî îdîaya şoreşê ne. Em hem dixwazin şoreşa jinê pêk bînin hem jî dixwazin şoreşa civakî pêk bînin. Helbet li gel vana, ferzkirinên faşîzma mêtinger û qirker a li ser Kurdistanê jî hene. Ez vana di nav yekbûnekî de dibêjim. Rastiyeke ku bi giştî hewil dide parçe bike heye. Li hemberî îradeya jinê êrîşên pir cidî hene. Li ser navê evînê, xweşikiyê, azadiyê gelek jinên ciwan bi êrîşên hovane û trajîk re rû bi rû dimînin. Divê di van mijaran de hemû jin bi taybetî jî jin û keçên Kurd pir hestiyar û baldar bin. Li vê derê zanabûn pir girîng e. Rêbertî dibêje divê şoreşa jinê bi etîk û estetîk be, em hewil didin bi vî şeklî bigrin dest. Em dibêjin pergal me ewqasî bêzana dike, me ji civakê, ji exlaqê qût dike, hewil dide me tenê bihêle, teslîm bigre û sîxur bike. Me hewil dide veguherîne objeyeke ku tê tecawizkirin. Li ser navê evîn dixwaze me bikar bîne. Em dibêjin wiha nabe. Destpêkê zanabûn pêwsît dike. Wê çawa be? Destpêkê em ê exlaqa xwe zanibin. Bê ku em nirxên zayend û civakê ji hev veqetînin zanabûn û exlaqa jin çi ye? Cudahiya me jî ev e. Em pêşketina azadiya jinê bi pêşketina azadiya civakê re di nav hev de digrin dest. Em dizanin bi qasî ku jin ji civakê qût bû, ewqasî hat xistin. Bêexlaqiya herî mezin û heta bêexlaqiya yekem jî ev e. Ya destpêkê hatî mêtingehkirin jin e. Bêexlaqiya yekem jî li vir deket. Ji civaka xwe hat veqetandin û bû mal û milkê mêr. Em ê vê zanibin, ji jinê destpê bikin û exlaqa civakê xurt bikin. Em ê zanabûn û hesta jinê xurttir bikin. Bedena jinê ewqasî tê şixûlandin em ê bedena jinê ji bikaranînê xilas bikin. Em ê bêjin hûn nikarin bedena min, aqilê min, keda mmin, hestên min, zarokanîna min bi kar bînin. Şoreşa jinê bi vê zanabûn û ronakbûnê destpê dike .Divê em tevna wê ya exlaqê xurttir bikin. Em niakrin bêjin qet nîne lê qada wê hatiye tengkirin. Me berê şoreşê wiha pênase dikir. Me digot stratejiya şer heye, em ê vê dewletê hilweşînin, dewleteke Kurdistan ava bikin. Yanî pênaseyên me yên beriya şoreşê û piştî şoreşê hebûn. Bi guhertina paradîgmayê re yek ji pênaseya girîng a Rêbertî jî ev e. Şoreş ne ew e ku tu dewletekî hilweşîne û dewletekî nû ava bike; an jî desthilatiyekî hilweşîne û desthilateke nû ava bike. Şoreş çi ye? Qada exlaqî û polîtîk a hatî tengkirin berfirehkirin e. Ji bo ku civak bigihîje hêza xwe ya îrade qadê berfirehkirin e. Şoreşa jinê jî tiştekî wiha ye. Jin û civakê ji vê rewşa tê de asê maye xilaskirin e. Ew ê bi çi derbixe? Ew ê bi zanabûnê derbixe. Ew ê bêje ger exlaqa min nebe nasnameya min jî nabe; ez wek jin azadiyê digerim, wekheviyê digerim. Lê ez ê vê yekê çawa derbas bikim? Xefikên pergalê hene û jin bi piranî dikevin van xefikan. Wê demê em ê zanibin exlaq çi ye, etîk çi ye, rastiya civakî çi ye? Ez kî me? Ez dixwazim bibim xwe, lê ez ê çawa bibim Xwebûn? Ez ê nirxên xwe yên exlaqî ava bikim, civaka xwe nas bikim, bi civaka xwe re tevbigerim. Ez ê aborî, tenduristî û xweşikiyê bi civaka xwe re ava bikim.

We balê kişand xaleke pir xweş. Baş e ev ê çawa bibe? Bi çavê jinê, rihê jinê re avahiyek wê çawa were avakirin, nexweşxaneyeke wê çawa bê çêkirin, mîmariya wê dê çawa be? Modaya wê çawa be, cil û bergê wê dê çawa be?

Helbet ev bi qaliban nikarin bên vegotin. Lê ev hate bîra min. Dema em li sehaya Rêbertî bûn, polîtîkayên Rêbertî hebûn ku hevalên jin bêhtir dida lêhûrbûnkirin û pêş dixist. Li wê derê xirbeyên Zenubya hebûn. Zenubya qehremaneke dîrokî ye. Rêbertî piştî ku dewreyên perwerde bi dawî dibûn teqez kom bi kom hevalan dişand wê derê û digot, “biçin xirbeyên Zenubya bibînin. Jinek bajareke çawa ava kiriye, biçin binêrin, destê xwe bidin.” Em wê demê ewqas xwedî zanabûneke dîrokî nîn bûn. Ez niha difikirim Rêbertî dixwest wiha bêje. ‘Hûn ê şoreşeke jinê çêbikin. Di vê şoreşê de bajar, gund, aborî wê çawa bibin? Li vê derê divê îradeya jinê hebe. Nikarin bêjin hemû bajar wê di fîlan standartê de bin. Lê dikarin di jinan de hişmendî û lêgerîna jiyana azad bêhtir pêş bixin, mekanîzmayên nîqaş û biryarbûnê pêş bixin. Em ji vê re çi dibêjin? Em dibêjin şoreşa me ya jinê pergala konfederal a jinê ye. Mînak wê di nav pergala konfederal a jinê de komûn, meclîs hebin. Ev cihên ku avahiya exlaqî û polîtîk a jinan dikeve tevgerê ne. Wê akademî hebin, her tiştî nîqaş bikin; ji cil û ber heta pora jinê wê her tiştî nîqaş bikin. Ne mêr an jî pergala kapîtalîst; wê jin bixwe nîqaş bikin. Li vir ya girîng çi ye? hêza wê ya birêxistinî avakirin e. Tenê nîqaşkirin jî ji bo şoreşa jinê têr nake. Erê em nîqaş dikin lê divê em îrade û hêza birêxistinî ya pêkanînê deynin holê. Ji kevneşopiyan heta dewletan her der bi serdestiya mêr ve hatiye dorpêçkirin. Komîn û meclîs pergal û rêxistina jinê ne. Wek mînak jinên ku diçin komîna taxan wê nîqaş bikin gelo em çawa dikarin vê taxê xweşik bikin, em vê kolana xwe çawa bikin, em li şaredariyê çi pêwîst bikin an jî em bixwe çawa bikin. Bajarên kapîtalîst hene mirovan difetisîne, ev bajar hemû li gorî berjewendî û aqilê mêr hatine çêkirin. Lewra jî, em bala xwe bidine cihên ku herî zêde tecawiz lê hene bajar in. Ji ber ku hem li gorî berjewendiyên sermaye hem jî li gorî vê hatine kirin. Bajêr ji xwezayê qût in, ax nîne, fetisok e, jin ditirsin bimeşin, li her derê zextê mêr heye. Avahiya mîmarî jî wiha ye. Divê em jî wek tevgerên jin cidî cidî nîqaş bikin ka bi aqilê jinê bajarek divê çawa ava bibe. Divê estetîka vê bajarê çawa be? Avahî ewqasî standart in, avahiyeke kolan û ekolojîk tune ye. Mirov jî her diçe teknîkî dibe, ajoyên wan tên provokekirin. Divê em wek aqilê jinê pir baş nîqaş bikin. Em ê qada jin û civakê çawa pêş bixin? Ne ku wê şoreş çêbibe piştre em ê înşa bikin. Divê jin ji niha ve komîn û meclîsên xwe ava bikin û nîqaş bikin. Mînak ez ê taxa xwe çawa xweşik bikim?

Ev pêvajoya înşayê bi taybetî li Rojava destpê kiriye. Têkoşîneke we ya 50 salî heye. We çiqasî pêk aniye? Hem wek guhertina zîhniyet hem jî wek şênber. 

Em her tim vê mijarê nîqaş dikin. Em tevgereke rexne û rexnedanê ne. Em her tim di civînên xwe, nîqaşên xwe de digrin dest. Têkoşîneke me ya giştî ya 50 salî û dîrokeke me ya artêşbûna jinê ya 30 salî heye. Ji 2005’an ve ezmûneke me ya 17 salî ya pergala konfederal a jinê heye. Me di nav van hemû ezmûnan de berdelên giran lê bi wate da. We pirsî ev yek şoreşeke çiqasî bi hêz a jinê ava kir, di mêr û malbatê de guhertinên çawa çêkir? Em nikarin bersiveke îdeal bidin ji ber ku wê ne rastebîn be. Stratejiya me ya şoreşê wiha ye; di civakê de paşverûyên hatine avakirin hene, di kesayetên me de aliyên teyisîne hene. Ji aliyekî ve em hewil didin bibin Xwebûn. Ji aliyekî ve tu hewil dide vê veguherînê bike, ji aliyê din ve hewil dide di civak û jinê de vê veguherîne bike. Bêguman nirxên ku derketine hene. Li Kurdistanê, di civaka Kurd de jin, zarok, pîr û ciwan de hawireke xurt a polîtîk çêbûye. Zanabûn û îradeyeke cidî heye. Gelo ji bo derbaskirina zayendperestiyê em gihiştin xala dawî? Na. Di wê mijarê de hê jî li Kurdistanê nêzîkatiyên kevneşop hene. Nêzîkatiyên zayendperest ên ku kapîtalîzm bandor kirine heye. Em van mijaran wek têkoşîna zayend dikin rojev. Em têkoşîna zayend tenê wek têkoşîna di nav Partiyê de nagrin dest. Em li hemberî van parverûtiyên di civakê de jî têdikoşin. Jin di mijara îradebûnê de nerînên xwe diyar dike, wêrektir îfade dike, derbasî kolanan dike, protesto dike, helwestên xwe nîşan dide, li vir jî exlaqek heye. Jin dibêje, ‘ez ji vê re dibêjim na’. Li vir pîvaneke red û qebûl heye, ev exlaqek e. Dînamîkek û zanabûneke rêxistinbûnê pêş dikeve. Jin bi qasî bi zana dibe hîn birêxistinî tevdigere. Di mijara temsîliyeta wekhev û hevserokatî de çandeke girîng derketiye holê. Zeyîftî jî hene lê astek jî derketiye holê. Li hemberî êrîş û operasyonên cidî, li hemberî neteweperestî, zayendperestî, mêtingerî divê em şerekî bênavber bimeşînin. Em têkoşîna vê yekê didin. Bi gotina Rêbertî, “em di rê de ne, em divê riyê de dimeşin.” Lê em bi biryar dimeşin. Bi taybetî, rêgezên ku li ser esasa bîrdoziya rizgariya jinê derdikevin hene. Em dixwazin van rêgezan bigihînin heqîqeteke ku di nasname û nerîna jinê de şênber dibe.

Helbet divê em vê jî bibînin. Şerekî 50 salî ya ku her diçe tund dibe heye û di vê hawira şer de divê em guhertinên cidî yên zîhniyetê jî bibînin. Hûn ji têkoşîna jin a cîhanê re pêşengî dikin. Bi saetan dikarin nîqaş bikin. Di vê wateyê de gelekî spas dikim. Ji bo min pir perwerdeker bû. Ez bawer im, ji bo temaşevanan jî wiha bûye. Bernameyeke ku aso fireh dike bû. Em gihiştin dawiya bernameya xwe. Em dikarin gotinên we yên dawî bigrin.

Mijareke pir jiyanî ye. Divê her kes van mijaran têxe rojeva xwe, nîqaş bike. Bi taybetî divê jin her tiştê girêdayî jiyanê, etîk, estetîkê, azadiyê nîqaş bikin. Divê em polîtîka bikin, têkoşîna birêxistinî bimeşînin, xwe biparêzin. Ger em vê bikin em ê li gorî rêgezên etîk û estetîkê bijîn. Li gorî min jina herî xweşik ev e. Jinên karibin vê bikin jinên herî xweşik in. Ew jin wê taca xweşikiyê heq dikin.