Dayikên Aştiyê piştgirî dan Makbûle Ozer û Çapemeniya Azad

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê xwestin ku Malbûle Ozer a 82 salî were berdan û êrîşên li ser Çapemeniya Azad şermezar kir.

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî Makbûle Ozer a 82 salî û êrîşên li dijî Çapemeniya Azad li Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herema Egeyê civîna çapemeniyê lidar xist. Di civîna gelek kes tevlî bûn de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin.

Dayika Aştiyê Behiye Yalçin diyar kir ku li welat edalet ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Dayika Makbûle 82 salî ye. Dema birin girtîgehê zehmetî dikişand ku bimeşe. Cihê vê tişta hate kirin ne di qanûnê de ne jî di edaletê de heye. Bi birina van dayikên nexweş û pîr a girtîgehê êşkenceyê li wan dikin. Em vê qebûl nakin. Heke edalet hebe bila ji bo herkesê hebe ne tenê ji çete û dizan re. Li Tirkiyeyê ji bo gelê kurd edalet nîne. Ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê jî nîne. Hemû cîhanê ji bo kurdan edalet rakiriye. Zilm, zor, girînê ji kurdan re rewa dibînin.”

Yalçin ê bang li Wezareta Dadê kir ev tişt gotin: “Biryara xwe bi cih bînin, edaletê pêk bînin. Dayikên me yên pîr û nexweş rehet berdin. Bila li malên xwe tedawî bibin. Nexweş in, bila li malên xwe bên dermankirin, ne li girtîgehê. Dayika Makbûle ne bi tenê ye, hemû dayik li em wê ne.”

Piştre Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz axivî. Poyraz, bilêv kir ku zextan qebûl nakin û bertek nîşanî lêgerîna tazî ya li dijî nûçegihana me Esra Solîn Dal a hate girtin da. Poyraz, anî ziman ku li cem Çapemeniya Azad in û dê wan bi tenê nehêlin.

Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt jî bal kişand ser serdegirtina li hemberî Stêrk TV û Medya Haberê û wiha got: “Medya Haber û Stêr TV çavên me ne, dengê gelên bindest in. Destên xwe yên qirêj ji Çapemeniya Azad bikişînin. Hûn çiqas zextê li wan bikin jî encamê nagirin. Çapemeniya Azad dê we me bêagahî nehêle. Destên xwe yên zilmê dikin ji ser me bikişînin, ji zarokên me yên di girtîgehan de bikişînin, ji rojnamevanan bikişînin.”