Ji KON-MED’ê peyama 1’ê Gulanê

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê (KON-MED) di peyama xwe ya ji bo 1’ê Gulanê de, wiha got: “Hêvî dikin sala 2024’an bibe sal û destpêkek wisa ku çîna karker û kedkaran bi zanebûna exlaqî û polîtîk jinûve rabin ser piyan.”

KON-MED’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Ji sala 1890’an ve gelên cîhanê yên bindest û kedkar bi ruhê piştevanî û têkoşîna li dijî bêmafiyan ‘1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran’ pîroz dikin. 1’ê Gulanê di roja me ya îro de ji her demê girîngtir e.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Paradîgmaya me ya li ser esasê Ekolojîk, Demokratîk, Exlaqî, polîtîk û azadîxwaziya jinê, di asta jiyanî de girîng e. Çîna karker û kedkar hêmanê bingehîn ê civaka demokratîk e. Heta ku ev hêman xwe negihîne zanebûneke nû ya exlaqî û polîtîk, ne pêkan e ku ji vê sîstema koletiyê ya modern rizgar bibe.

Ev nîv sedsale têkoşîna azadiyê li Kurdistanê hemû beşên civakê di nava xwe de dihewîne û çavkaniya vê hêzê jî Partiya Karkerên Kurdistanê ye, ev yek ne tesaduf e. Têkoşîna li dijî xirabiyê û hemû berdêlên hatine dayîn, di cewherê xwe de ji bo azadiya çîna karker û kedkaran e. Eger çînên karker û kedkar ên navneteweyî bi vê hêzê re bikevin nava yekîtî û piştevaniyê, wê hêviya rizgariyê mezin bibe û meşaleya ji bo rojên ronî jî geş bibe.

Bi vê baweriyê em hêvî dikin sala 2024’an bibe sal û destpêkek nû ku çîna karker û kedkar bi zanebûna exlaqî û polîtîk jinûve rabe ser piyan.”