BI DÎMEN

'Êdî wê ti hêz nekare bi qedera jinên Êzidî bileyîze'

Endamên Koordînasyona TAJÊ diyar kirin ku konferansa li Parlamenta Ewropayê bersiveke xurt da dijmin û gotin, "Êdî wê ti hêz nekare bi qedera civaka Êzidî, bi taybetî jinên Êzidî bileyîze."

Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Rêxistina Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) li Parlementoya Ewropayê (PE) di 30’yê Çileyê de bi sernavê “Şengal: Civakeke ku di bin gefa qirkirinê de ye. Ji nû ve avakirina temînata aştiya li Rojhilata Navîn e” konferans hatibû lidar xistin. Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan piştgirî dabûn konferansê û her wiha heyetek ji Şengalê ku ji endama Têkiliyên derve ya TAJÊ Suham Dexil û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Suad Mirad Xelef ku demekê dîl getibû destê DAÎŞ’ê pêk tên, tevlî konferansê bûbûn.

Têkîldarê konferansa ku li ser rewşa Şengalê û jinên Êzidî nîqaş hatin kirin de endamên Koordînasyona TAJÊ nirxandin kirin û gotin, “Em ê heta dawiyê ji bo azadiya xwe têbikoşin.”

‘ME GAVEKE DÎROKÎ AVÊT’

Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Ismaîl di serî de pêkhatina konferansê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û got, “Me pêngaveke dîrokî avêt. Di parlementoya Ewropayê de me karî wek jin pirsgirêkên heyî nîqaş bikin. Di heman demê de, me bersivek da dijminê xwe. Me got em hene û em ê hebin. Tevî ku gelek dewlet û saziyên navneteweyî qirkirina Êzidiyan weke jenosîd qebûl kirine jî, lê divê ji aliyê tevahiya cîhanê bi belge bên qebûlkirin.”

Ismaîl, anî ziman ku beşdarbûna konferansê mijarek girînge ku jinên li Şengalê karibin pirsgirêkên ku dijîn parve bikin û got, “Weke jin hem di warê leşkerî hem jî di warê îradeya jinên Êzidî de tevlîbûn çêbû. Ji cîhanê gelek nûner tevlî konferansê bûbûn û derbarê rewşa li vir de bûn xwedî agahî.”

‘JINÊN ÊZÎDÎ TECRÛBEYEK MEZIN JI FERMANÊ DERXISTINE’

Endama koordinasyona TAJÊ Şemo Remo, jî di serî de hemû beşdarvanên konferansê silav kir û wiha got, “Ji bo me weke jinên Êzidî tevlîbûna konferansê û êşa fermana 2014’an parvekirin xalek girîng bû. Em weke jinên Êzidî di her zor û zemetiyê re derbas bûn. Jin hatin qetilkirin, li bazaran hatin firotin û rastî her cure zextê hatin. Ew êşên giran, zor û zehmetî îro veguheriye hêz û îrade.”

Remo, da zanîn ku beriya fermanê ji ber jinên Êzidî rêxistinbûna xwe ava nekiribûn rastî ewqas zilm û êşên giran hatine û got, “Ger rêxistinbûna me hebûya dibe ku ewqas êrîş jî pêk nehatiba. Îro jinên Êzidî tecrûbeyek mezin ji vê êşê derxistine û bûne xwedî hêz û rêxistinbûnên leşkerî, siyasî û dîplomasî. Êdî wê ti hêz nekaribe bi qedera civaka Êzidî, bi taybetî jinên Êzidî bileyîze. Konfransên bi vî rengî dikare guhertinên pir mezin çêbike.”