'Jin efû nakin, dê hesabê bipirsin'

Jin Bi Hevre Bi Hêz in bi boneya salvegera erdheja 6’ê Sibatê meşiyan û gotin: “Li herêmên erdhejê tundiya mêr zêde dibe û gotin: “Jin efû nakin, dê hesabê bipirsin."

Jinan Bi Hev re Bi Hêz in (KBG) Îzmîr û Platforma Jinan a Enqereyê bi boneya salvegera erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, meşiyan û daxuyanî dan.

ÎZMÎR

Jin bi Hev re bi Hêz in bi dirûşma "Jin ji bîr nekir, wê ji bîr nekin" kesên ku di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane ji ber Îskeleya Ferîbotê ya Karşiyaka ya Îzmîrê heta pêşiya Îstasyona Karşiyaka Îzbanê meşiyan. Li cihê çalakiyê jinan pêlên defneyê danîn û find vêxistin. Jinan di çalakiyê de pankarta “Di 1’emîn salvegera erdhêjê de jin hesab dipirsin, efû nakin û ji bîr nakin” vekirin û dirûşma “Jin dê hesabê bipirsin”, “Jin dê piştevaniyê mezin bikin” û “Hikûmet îstîfa“ berz kirin. Daxuyanî ji hêla Emîne Akbaba û Sîbel Orkmez ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de polîtîkayên hikûmetê hatin şermezarkirin û banga mezinkirina piştevaniyê li jinan hat kirin.

Piştî daxuyaniyê koroya ku ji mexdûrên erdhejê pêk tê stranên xwe parvekirin.

ENQERE

Platforma Jinan a Enqereyê di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê, li ber Bîrdariya Mirovahiyê ya li Kolana Yukselê hatin cem hev û heta Kolana Sakaryayê meşeke bêdeng li dar xistin. Bîrdariya Mafên Mirovan a ku beriya meşê jin lê kom bûn, ji aliyê wesayîtên polîsan ve hat dorpêçkirin. Gelek rêxistinên jinan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê platformê Emîne Akyildiz axivî. 

Akyildiz destnîşan kir ku ji bo bibin dengê mexdûrên erdhejê kom bûne û got: “Ji bo em jiyanê bidomînin çi hewce bike divê em bikin. Pirsgirêkên çareser bikin, kontrolkirina tenduristiyê, li dijî şîdetê em ê bi mexdûran re piştevaniyê mezin bikin. Li dijî polîtîkayên talanê ya desthilatê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li dijî şîdetê bajarên azad avabikin. Em ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin. Em efû nakin û em ê hesabê bipirsin.”

Meşa jinan piştî daxuyaniyê bi dawî bû.