Li Romayê wê konferansa ‘Azadiya Jinê û Abdullah Ocalan’ bê lidarxistin

Li paytexta Îtalya Romayê wê konferansa ‘Azadiya Jinê û Abdullah Ocalan’ bê lidarxistin.

Di 10'ê Sibatê de li paytexta Îtalya Romayê bi sernavê 'Felsefeya Veguhertina Jiyanê: Jîn Jiyan Azadî' konferansek tê lidar xistin. Konferans ji aliyê TJK-E’yê ve tê birêxistinkirin û wê li ser alîkariya teorik û pratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo tevgera jinên Kurd were nirxandin.

Xebatên amadekariyê bi giranî ji aliyê TJK-E’yê ve tên meşandin. Rete Jin, Jineolojî Îtalya û kolektîfa xwendekaran a Zanîngeha Romayê Marîelle jî di nava xebata amadekariya konferansê de cih digirin. Konferansa ku bi tevkariya endamên tevgera No Una Di Meno tê meşandin, wê li Fakulteya Giurisprudenza ya Zanîngeha Roma Tre bê lidar xistin. Konferansa ku aktîvîstên tevgera jinên Kurd, akademîsyen, rojnamevan, hiqûqnas û femînîst wê tevlî bibin, di serî de di Îl Manîfesto, Rebuplica de  di çapemeniya Îtalyayê de cihek berfireh girt.

Di konferansê de wê bi giştî 3 rûniştin pêk werin. Yek ji wan rûniştinan jî wê bi sernavê "Analîzkirina serweriya mêr ku şaneya bingehîn a şaristaniya dewletê ye" were lidarxistin. Di vê rûniştinê de wê ji Zanîngeha Calabrîayê Laûra Corradî, ji Zanîngeha Roma Tre Federîca Gîardînî û Gea Pîccardî û Dilar Dîrîk pêşkêşiyan bikin.

Di rûniştina bi serenavê 'Sedemên têkoşîna li dijî tecrîdê û analîza polîtîkayên zordest' de jî wê rojnamevan Marîa Cuffaro, parêzer Mîchela Arrîcale, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk û endama komîteya ji Abdullah Ocalan re azadî û Rete Jin Laura Quagliolo pêşkêşî bikin.

Di rûniştina bi sernavê 'Meşa ber bi Şoreşa Jinê ve' de wê bi giranî jinên Kurd biaxivin. Di vê sernavê de wê rêbaz, analîz û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qadên cuda yên jiyanê de (siyaset, xweparastin, zanebûna cewherî, guhertina malbatê û hwd.) çawa bandor dike û sûdên van hewldanan di guhertina civaka kurd, kes û malbatê de wê werin nîqaşkirin.

Yek ji endama amadekariyê ya TJK-E’yê Zîlan Diyar, bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de û got, “Ev konferans ji bo ku tevgera jinên Kurd bi giştî bê fêmkirin, gaveke gelekî wêrek û balkêş e.”