BI DÎMEN

Viyan Soran li Şengalê hate bîranîn

Li Komelgeha Dugirê ya Şengalê bi pêşengiya TAJÊ şoreşger Viyan Soran hate bîranîn.

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê Viyan Soran di salvegera 18'an a şehadeta xwe de hate bîranîn. Piştî bîranîna li navenda Şengalê, li komelgeha Dugirê jî çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku li Meclîsa Gel a Komelgeha Dugirê hate lidarxistin, piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Viyan Soran hate nîşandan. Her wiha nameya ku Viyan Soran li pey xwe hiştibû hate xwendin.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Miço li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Kesayetek mîna Viyan Soran hêz û moralê dide jinan, bi taybetî jî jinên Êzidî. Em ê xewn û xeyalên Viyan Soran ji xwe re bikin armanc."

Şemê Miço got, "Bİla dilê wê rehet be. Her kesên ku dengê Viyan Soran bihîstin ji bo pêkanîna armancên wê tevdigerin. Weke jinên Êzidî me ji bo xwe weke wezîfeyê dît ku jiyan û têkoşîna Viyan Soran nas bikin û bi derdora xwe bidin naskirin."

Şemê Miço herî dawî got, "Weke jin û dayikên Şengalê em ê heta dawiya temenê xwe li ser şopa Viyan bin. Em ê xewn û xeyalên wê ku dîtina Rêbertî bû, pêk bînin."