Ji bo fermandara YPJ'ê Zozan Hesekê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zozan Hesekê (Munewer Fatîme) konê sersaxiyê hate vedan.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û yek ji pêşengên şoreşa jinan Zozan Hesekê (Munewer Fatimê) piştî têkoşîneke demdirêj ku 34 salan dewam kir, 2’yê Nîsanê şehîd bû.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, rêxistinên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  û bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Zozan Hesekê ku li taxa Telayî ya Hesekê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî û diyar kir ku jin xweşikbûna jiyanê ne, şehîd Zozan ev yek di têkoşîna xwe ya li hemberî terorê de diyar kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî sersaxî ji malbata şehîd Zozan re xwest û anî ziman ku Zozan li her çar parçeyên Kurdistanê bi bawerî û lehengî tê koşiya û xwe ji bo gelê xwe feda kir.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Cizîrê Farûq Tozo got ziman nikare wesfê berxwedan û têkoşîna şehîd Zozan a ku di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda kir, bide. Tozo got: "Şehîd Zozan wefadara gelê xwe bû, her tim li eniyên pêş tê dikoşiya. Em ê şopdarên rêya wê û rêya tevahî şehîdan bin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Zozan Hesekê hat xwendin û radestî malbata wê kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.