Cîhana ku jinên YPJ'yî pêşkêş dikin

Sekna bi biryar, hewldana veguherîna civakî û îdîaya YPJ'ê nîşan dide ku paşerojeke hurmetdar a ji bo rûmeta mirovahiyê dikare bê afirandin.

YPJ artêşeke jinê ye ku di têkoşîna azadî û wekheviyê de bi rola pêşengiyê radibe. Ne tenê bi çekê, di heman demê de ji aliyê îdeolojîk, demokratîk, ekolojîk ve jî azadiya li dora jinê ji xwe re dike esas û ji bo guherîna civakî şer dike.

Şervanên YPJ'ê ne tenê ji bo azadiya xwe, di heman demê de ji bo civakeke hîn wekhev, bi îrade û hebûna li ser xaka xwe, ji bo afirandina paşerojeke azad têdikoşin. Ji ber vê yekê li Kama Holê di 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' de bi sedan jin ên YPJ'yî rêxistiniya qirêj a DAÎŞ'ê raxistin pêş çavan û ji bo paşerojeke baştir bi rengekî bêeman şer kirin. Li vê kampê ne tenê malbatên DAÎŞ'î her wiha malbatên din ên koçber jî hene. YPJ ji bo rizgarkirina van mirovan ji terorîzma hovane ya DAÎŞ'ê çeka xwe bi kar tîne. Ev têkoşîn ne tenê daxwaza azadiyeke şexsî ye, di heman demê de parastina nirxan û xwedîderketina li nirxên hevpar ên mirovahiyê ye. Jinên ku vê têkoşînê dimeşînin, li cîhana tevlîhev a şer ji bo azadiyê û mirovahiyê bi wêrekî li ber xwe didin.

Kiryarên hovane yên DAÎŞ'ê ji bandora hilweşîner a şer wêdetir, derbasî asta sûcên li dijî mirovahiyê bûn. DAÎŞ'ê jin di kolekirina zayendî de bi kar anî û sûcekî hovane kir. Ev rêxistin jinan ne tenê ji aliyê fîzîkî ve her wiha ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve jî kir kole, mîna hucreyeke kanserê kete nava xwîna jinan. Ev yek bi navê olê kir, di bin navê cenehemê de tirsand û li malê asê kir. Di heman demê de ji bo DAÎŞ'ê her jin gunehkar e û ji bo xizmetê ji mê re bike hatiye afirandin. Weke makîneyeke jidayikkirinê, weke objeyeke zayendî tê bikaranîn. Ji bo DAÎŞ'ê jin ne mirov e, tenê dikare zarokan bîne dinyayê.

Li Kampa Holê beşeke taybet a bi navê Mûhacîrat heye ku malbatên DAÎŞ'î lê ne. Li vê beşê jinên biyanî hene. Ev jin jî DAÎŞ'iyên li Baxozê hatine girtine. Li vê beşê gelek mayin, tunel, stargeh, telefon, konên ji bo dibistanê hatin amadekirin û DAÎŞ'iyekî derdora 30 salî hatin girtin. Li vê beşê zarokên 12-13 salî yên mêr bi gelek jinên ku dayika wan mezintir e têne zewicandin. Vê yekê jî bi fermana serçeteyên DAÎŞ'ê dikin. Ji ber vê yekê jî li beşa Muhacîratan zarokên 2-3 salî hene. Ev zarok ji niha ve bi rêbaz û feraseta DAÎŞ'ê mezin dibin. Di heman demê de perwerdeya taybet a leşkerî dibînin û mîna bombeyekê ji paşerojê re têne hiştin.

Jinên YPJ'yî pêşengî ji 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê re kirin. Di dema vê pêşengiyê de gelek malzemeyên leşkerî hatin bidestxistin û nêzî 40 endamên DAÎŞ'ê hatin girtin. Ya herî girîng jî jineke Êzidî bi pêşengiya YPJ'ê hate rizgarkirin. Ji ber vê ekê jî dixwazim bibêjim; têkoşîna azadiyê ya YPJ'ê û pratîka kolekirina jinê ya DAÎŞ'ê şerekî mezin di navbera hev de dikin. Sekna bi biryar, hewldana veguherîna civakî û îdîaya YPJ'ê nîşan dide ku paşerojeke hurmetdar a ji bo rûmeta mirovahiyê dikare bê afirandin.

Li dijî vê pratîka barbar a DAÎŞ'ê jinên YPJ'yî li dijî tarîtiyê ronahiyê, li hemberî koletiyê jî azadiyê, li dijî mirinê jiyanê, li dijî nebaşiyê başiyê nîşan didin.