BI DÎMEN

Li Berlînê jinên Kurd banga mezinkirina têkoşînê kirin

Jinên Kurd li lokala NCKD’ê hatin ba hev û gotin: “Em ê bi hev re tecrîdê parçe bikin û pêşî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin.”

Kurd û dostên wan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li her derê dengê xwe bilind dikin. Kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar qertpostal” jî didome.

Endamên Meclîsa Jinan a DEST-DAN’ê ku li Berlînê fealiyet dimeşîne, ji bo kampanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) hatin ba hev û kartpostal nivîsandin ku wê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin.

Endama Meclîsa Jinan a DEST-DAN’ê Dîlber A. têkildarî kampanyayê ev tişt got: “Weke jinên Kurd me di kampanyayê de bi rengekî çalak cih girt. Em bang li tevahî jinan dikin ku beşdarî kampanyayê bibin. Heta ku tecrîda Îmraliyê tê şikandin û Rêber Apo azad dibe, wê têkoşîna me bidome. Em bang li hemû gelê Kurd û dostên wan dikin; em bi hev re dikarin tecrîdê parçe bikin û pêşî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin. Lewma divê li her devera ku em lê ne bi hev re têbikoşin û bigihijin çareseriyê.”