KCDK-E’yê ji bo 1'ê Gulanê bang kir

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê bang li hemû gelan kir ku di 1’ê Gulanê de bi dirûşmeya; ‘Ji şer re na’ bibin yek.

DAXUYANIYA KCDK-E

KCDK-E'yê bi boneya 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Werin em 1'ê Gulanê bikin qada têkoşîna yekgirtî ya gelan.’’

Daxuyaniya KCDK-E’yê bi vî rengî ye:

‘’Li dijî dîktatorê Erdogan ê ku bi rêbazên dermirovî dixwaze li Kurdistanê komkujiyan pêk bîne û li dijî modernîteya kapîtalîst a ku dixwaze şeran pêk bîne, werin em 1'ê Gulanê bikin qada têkoşîna yekgirtî ya gelan.’’

Di 1’ê Gulanê de em bang li hemû gelan dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, ji bo aşitî û demokrasiyê bi dirûşmeya: ‘Ji şerî re na’ bibin yek.

LI DIJÎ DAGIRKERÎ, ZEXT Û ŞERAN TÊKOŞÎN

Bi boneya 1’ê Gulanê wê karkerên hilberîner, hemû bindest û jin û ciwan têkoşîna li dijî dagirkerî, zext û şeran bidomînin. Di şert û mercên îroyîn de ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn berdewam dike,  gelên cîhanê wê bi saya têkoşîna li dijî kedxwarî zayendperestî, zext, komkujî û şeran a ji bo pêşerojeke azad rizgar bibin.

RIZGARBÛNA MIROVAHIYÊ GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNA JINAN E

Têkoşîna bi pêşengtiya jinan a li dijî zîhniyeta kapîtalîst a serdest a mêran ku bi zext, zilm, komkujî û şeran gefan li hemû cîhanê dixwe, weke tekane rizgarbûna mirovahiyê rêya me ronî dike. Paradîgmaya Rêber Apo ya Civaka Demokratîk a Ekolojîk û azadiya jinan diparêze tekane hêviya rizgarbûna mirovahiyê ye.

Gotinên Rêber Apo yên di 1'ê Gulana 2014'an de têlikdarî mijarê anîbûn ziman wiha ne: ‘’Lawaztirîn xeleka pergala hegemonîk a îroyîn li Rojhilata Navîn pêk tê. Hema bibêje Şerê Cîhanê yê 3’yemîn diqewime. Kurdistan jî li navenda vê erdnîgariyê ye. Tevgera azadiyê ji bo hemû gelên li vê erdnigariyê weke pêşengekê ye. Divê hemû gelên bindest ên li vê erdnigariyê li dijî hêzên hegemonîk erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.’’

WERIN EM JI ŞER RE BIBÊJIN NA

Bi boneya 1’ê Gulanê em bang li hemû gelan dikin ku ji bo aşitî û demokrasiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî li Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Ji şer re na’ bibin yek.

Werin em 1’ê Gulanê li dijî dîktatorê Erdogan ê ku bi hemû rêbazên dermirovî, bi karanîna çekên kîmyewî dixwaze li Kurdistanê komkujiyan pêk bîne û li dijî modernîteya kapîtalîst a ku dixwaze li Rojhilata Navîn şeran pêş bixe, veguherînin qada têkoşîna yekgirtî ya gelan.

Em bang li gelê Kurdistanê yên ji bo azadiyê têdikoşin, kedkarên cîhan û Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê dikin ku di 1’ê Gulanê de li Ewropayê li dijî şeran ji bo aşitî û demokrasiyê dakevin qadan. Bi hêviya ku em di 1’ê Gulanê de li qadan ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin û dirûşmeyên xwe berz bikin.’’