Kongra Star: Em ê li dijî êrîşan her tim li qadan bin

Kongra Star bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk dakevin qadan û got: “Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin heya ku serkeftin mîsoger bibe.”

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa dewleta Tirka dagirker a li dijî navenda Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ya li bajarê Qamişlo ku di encamê de 4 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn û yek ji birîndar bû, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker sê sal e bê naveber ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa jin êrîş dike. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin û zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemwextî operasyona paqijkirina kampa Holê ji şaneyên DAÎŞ’ê têne kirin û hate diyarkirin ku ev opersyon li dijî çeteyên ku bi destê dewleta Tirk ve hatine avakirin hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û kesê azadîxwaz hate kirin ku li hember van êrîşan xwedî helwest bin û bertekên pêwîst raber bikin. Hate gotin: "Em jin dê li hember van êrîşan her tim li qadan bin, di nava çalakiyan de bin û li pey şopa şehîdên xwe bin heya ku serkeftin mîsoger bibe."