MKG: 9 rojnamevanên jin girtî ne

MGK’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanên jin eşkere kir û diyar kir ku 9 rojnamevanên jin girtî ne.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha çileyê eşkere kir. Li gorî rapora MKG'ê ya meha çileyê niha 9 jinên rojnamevan di girtîgehan de ne. Her wiha li gorî raporê di meha çileyê de danişîna 18 dozên têkildarî azadiya ramanê û rojnamevaniyê hatine lidarxistin. Di 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de jî ji ber dozên li rojnamevanan hatine vekirin, rojnamevan mecbûr man li dadgehan xwe biparêzin.  

Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnamevan a MKG'ê wiha ye:

"Binpêkirina mafên rojnamevanan bi awayekî zêde dewam dike. Bi taybet jî binpêkirina mafên jinên rojnamevan hîn zêde ne. Di meha ewil a sala 2024’an de jî mafên jinên rojnamevan hatin xespkirin. Hatin astengkirin ku pîşeya xwe ya rojnamevaniyê bikin. Li Tirkiyeya ku azadiya ramanê û ravekirinê lê tê astengkirin zextên di qada weşan û çapemeniyê de jî her diçe zêde dibin. Dema em li rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha çileyê dinêrin em dibînin ku atmosfera li Tirkiyeyê li çi astê ye. Wekî her mehê vê mehê jî pîşeya rojnamevaniyê û çapemeniya azad bûn hedef. Dozên jinên rojnamevan jê tên darizandin vê mehê jî dewam kirin. Wekî gelek jinên rojnamevan Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî hîn tê darizandin. Di duyemîn rûniştina doza di 18’ê çileyê de hat lidarxistin de nehat berdan. Li vî welatê ku faliyetên rojnamevaniyê lê wekî sûc tê dîtin têkoşîna jinên rojnamevan ên serî natewîne dewam dike.

Niha 9 jinên rojnamevan ji ber ku xwestine karê xwe bikin di girtîgehan de tên girtin. Jinên li derve, li qadan nûçeyan dişopînin jî gef li wan tên xwerin. Peyamên gefxwarinê ji ser hesabê medyaya dîjîtal ji rojnamevan Medine Mamedoglu re hatin şandin. Tevî vê yekê bi ‘Zagona Dezenformasyonê’ ya di cotmeha 2022’yan de ket meriyetê, sansur û zextên li dijî rojnamevanan dewam kirin.

Li dijî zext, sansur, binçavkirin û girtinan kesek nikare mafê çêkirina nûçeyan a rojnamevanan û derketina rastiya heqîqetê xesp bike. Bi sepana dezenformasyonê tê xwestin mafê çêkirina nûçeyan a rojnamevanan ji destên wan bê girtin. Ji bo ev êriş û neheqî bi dawî bibin, derketina pêş a rihê yekîtiyê ya li qadan jêveneger e.

Di meha çileyê de rûniştina 18 dozên têkildarî azadiya ramanê û rojnamevaniyê hatin lidarxistin. Di 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de jî ji ber dozên li rojnamevanan hatine vekirin, rojnamevan mecbûr man li dadgehan xwe biparêzin. Ji bo rojnamevanekê salek û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn, rojnamevanek hat binçavkirin, doz li rojnamevanekê hat vekirin, gef li rojnamevanekê hat xwarin. 6 jinên rojnamevan ên ku li dijî derxistina ji kar ber bi grevê ve çûn û çalakiya wan dewam dike emniyetê ji bo îfadeyê bangî wan kir. 24 nûçe û 219 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Dîsa sîteya înternetê ya rojnameya kurdî Xwebûnê hat astengkirin. Li gor rapora me tevî Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî di nav de 9 jinên rojnamevan niha di girtîgehan de tên girtin.

Lîsteya jinên rojnamevan ên girtî:

1-Derya Ren - Nûçegîhana JINNEWS'ê

2-Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Dîcle Firatê (DFG)

3-Dîlan Oynaş – Xebatkara Azadiya Welat

4-Dilşah Kocakaya – Rojnamevan

5-Elîf Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş

6-Hatîce Dûman –  Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim

7-Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê

8-Ozlem Seyhan – Rojnamevan

9-Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabah

Rojnamevanên di meha çileyê de ji girtîgehê hatin tehliyekirin: Nazli Ilicak, Sibel Mustafaoglu."