JIN
Jinên ku ji bo aştiyeke mayinde û bi rûmet li Enqereyê li hev kmo bûn, li ber deriyê Meclîsê daxuyaniyek dan. Jinan gotin, "Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne."
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû gotin, gelekî girîng e ku jin yekîtiya komunên xwe ava bikin, bi vî rengî hem jiyanê ava bikin û hem jî xwe biparêzin.
PAJK’ê, bi hezkirin, hurmet û minetdarî hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku xeda fedaî da destpêkirin û Sema û Gulan ên ku dan ser şopa wê bibîr anî û got, “Meha Hezîranê di têkoşîna me ya azadiya jinan de meha jinên fedaî ne.”
Rêxistinên jinan li Silopiya, ji bo Gulîzar Yildiz a bi hovane hat qetilkirin meşiyan.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in."
Hemû Nûçe
-
-
-
Girtîgeha Jinan a Amedê kirine ‘mala zilmê’
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin têkildarî asta binpêkirinan gotin: “Nefesa ku em digirin jî bi hinceta şewba vîrûsa koronayê bi rêbazên burokratîk dixwazin asteng bikin.” Di mehekê de 313.74 TL fatureya elektirîkê li wan birîne.
-
TJA’yê li ser tundiya li jinê rapor amade kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em Xwe Diparêz in” “Rapora Tesbîtkirina Tundûtûjiya Mer/Dewletê ya Li Hember Jinan li Kurdistanê ya Sala 2020’î” bi raya giştî re parve kir.
-
-
-
-
-
-
-
KJK: Wê tecawizkar hesap bidin
Koordînasyona KJK’ê: Ne bi tenê hêzên dewletê, kesên bi hevkarî, sîxurtî û piştgiriyê zemîna tecawizê xurt dikin wê ne li derveyî bê hesappirsînê bin.
-
‘Destavêtina li Kercewsê nenixumînin’
Platforma Jinan a Rihayê têkildarî destavêtina 27 kesî ya li ser zarokeke keç a 15 salî ya li Kercewsê fikarên xwe yên ‘nixumandina sûc, parastina sûcdar û veşartina’ wan ragihand.
-
-
Cenazeyê gerîla Dîlan Olgûn hate veşartiin
Cenazeyê gerîlaya YJA Star Dîlan Olgun a di şerekî 26’ê Tebaxê li devera Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê de şehîd bûbû, piştî ji aliyê malbatê ve hate girtin, veşartin.
-
Keskîn: Sedemê herî esasî nedayîna ceza ye!
Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku yek ji sedemê esasî êrîşên zayendî yên pişta xwe ji dewletê digirin ên li Kurdistanê bi taybet li ser jin û zarokan zêde bûye, nedayîna ceza ye û got: “Ji bo li wir sûc kirin, hê xwe zêdetir azad hîs dikin."
-
-
-
-
-
'Dewlet tecawizkaran diparêze'
TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişandin ser kambaxiya tecawiza li Kercosê û diyar kirin dewlet tecawizkaran diparêze.
-
TJK-E ji bo darezandina dîktator banga çalakiyan kir
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ji bo darezadina dîktator Erdogan û rawestandina qetilkirina jinan banga tevlîbûnê li çalakiyên ku wê 10’ê Kanûnê li Berlîn, Brûksel û 12’ê Kanûnê jî li Baselê bê lidarxistin kir.
-
Tedawiya aktivîsta TJA'yê Çetîn nakin
Malbata aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn ji ber sedema xwînjêçûna rektal ku ji mêj ve didome, ku rîsk heye pençeşêra roviyan çêbibe, xwest ku Çetîn were berdan.
-
-
-
Dayika 3 zarokan Menîce Îş hate girtin
Dayika 3 zarokan a yek jê 1 salî ye Menîce Îş a li Êlihê hate destgîrkirin bi îdîaya ‘li gel endambûna rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc kirin’ hate girtin.