Piştevaniya Jinê ya Ewropayê: Divê Erdogan bê darizandin

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û ji bo darizandina Erdogan bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li cîhanê polîtîkayên zayendîperestiya civakî zêde dibin û destnîşan kir ku li tevahiya cîhanê li dijî maf û hebûna jinê êrişeke zayendîperestiyê tê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîroka mirovahiyê ji aliyê cewherî ve dîroka dîktatoriyên ku êrişî jinan dikin û dîroka têkoşînê ya li dijî wan e" û wiha dewam kir: "Desthilatdariya faşîst a AKP'ê qirkirina civakê herî zêde bi qirkirina jinê pêk tîne. Faşîzm ku asta herî bilind a serweriya mêr e, ji bo karibe hebûna xwe bidomîne, êrişî jinan dike ku jinan weke dijminê sereke yê îdeolojiya xwe dibîne. Jinan dikuje, dest diavêje jinan, talan û mêtingeriyê li wan ferz dike, îradeya wan desteser dike, keda jinan ji nedîtî ve tê û nasnameya jinan ji cewhera wê pûç dike. Li qadên dagirkirî jinan direvîne, mîna koleyan li bazaran difiroşe. Yên ku van polîtîkayan herî zêde pêk tîne dîktator Erdogan û rejîma wî ya faşîst e. Cudahiya kiryarên Erdogan ji yên dîktatorên berê nîne, di heman demê de bi ferman, biryar û talîmatên xwe hovîtiyê dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rabûna li ber dîktator, teşhîrkirina sûcên wan û têkoşîna ji bo darizandin û mehkûmkirina dîktator, yek ji wezîfeyên sereke yên têkoşîna heyî ya li dijî serweriya mêr û faşîzmê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çawa ku Hîtler ne tenê Hîtler bû, Erdogan jî îro kiryarê sereke yê sîstemê ye, kiryarê sereke yê komkujiyên jinan e."

'100 SEDEMÊN JI BO DARIZANDINA DÎKTATOR...'

Di daxuyaniyê de kampanya Tevgera Jinên Kurd a li dijî dîktatoriya Erdogan hate bibîrxistin û hate gotin, "Armanca vê kampanyayê ku bi sernavê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' dest pê kir, bêcezanehiştina sûcên şer ên desthilatdariya 18 salan a Erdogan, bêcezanehiştina komkujiyên li dijî jinan e. Yek ji armancên girîng ên kampanyayê ew e ku femîcîde li qada navneteweyî weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê naskirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her kêliya di bin zordariya vê rejîma dîktator de tarîkirina jiyana jinan e û hate destnîşan kir ku ji ber vê yekê wê vê biharê bikin bihara rastî ya jinan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi wesîleya vê kampanyayê em careke din bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo darizandina van sûcên dîktator Erdogan bikevin nava liv û tevgerê."