Jinên ciwan ên HDP’ê ‘seferberiya mor’ dan destpêkirin

Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP’ê diyar kirin ku wan li dijî şîddeta mêran û dewletê seferberiya mor dane destpêkirin.

Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP’ê bi şîara ‘Niha ber bi seferberiya mor’ ve kampanyayek dan destpêkirin. Kampanya li pêşiya avahiya HDP’ê ya li Kadikoyê bi tevlêbûna parlementera HDP’ê Dêrsim Dag hate destpêkirin.

Dag diyar kir ku di demên dawîn de li dijî jinên ciwan tacîz, tecawiz û qetlîam zêde bûye û got, “Ji Gulistan Dokû ya li Dêrsimê hate windakirin, heta Îpek Er a ku li Êlihê tecawizî wê hate kirin, me ji bo hemû jinan rêxistinbûna xwe zêdetir kiriye.”

Piştî axaftina Dag li ser navê Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP’ê Esengul Çelîk diyar kir ku feraseta mêrserwer a zayendparêz herî zêde bandorê li jinên ciwan dike û got, “Li malê, dibistanê, kargeh û kolanan dixwazin me asê bikin, lê me tu carî stûyê xwe xwar nekir û em ê nekin.”