15 sal ceza ji Aydeniz re hate xwestin

Ji bo Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz 15 sal cezayê girtîgehê hate xwestin.

Di danişînê de ya doza bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ya derbarê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, dozger belgeya bi BHQ'ê îxraçkirin, weke delîla sûc nîşan da û xwest 15 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn. 

 
Danişîna 8'emîn a doza bi îdîaya "endamatiya rêxistinê" ya derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Aydenîz tevlî danişînê nebû. Parêzerê wê Cemîle Tûrhalli Balsak di danişînê de amade bû. 
 
Îfadeya şahidê nepen "Sabir" a 2'yemeîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê girtibû, kirin dosyayê. Parêzera Aydenîz Cemîle Tûrhalli Balsak, ji ber parlamenteriya Aydeniz xwest darizandina wê bê rawestandin û ji bo mînak jî biryarar  Destûra Bingehîn a ji bo Parlamenterê CHP'ê Enîz Berberoglû da bû nîşan da. 
 
ÎXRAÇKIRINA WÊ KIRIN DELÎLA SÛC
 
Dozger, diyar kir ku daxwaza rawestandina darizandinê, li dijî rê û rêziknameyê ye. Dozger ji ber vê yekê xwest ku daxwaza parêzer bê redkirin û mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger, da zanîn ku Aydenîz cihê xwe di Meclîsa Daîmî ya KCD û komîsyonên wê de digire û îdîa kir ku ekîbên tenduristiyê ber alî kirine. Dozger, di heman demê de, belgeha Aydenîz a bi BHQ'ê hatibû îxraçkirin jî weke delîla sûc nîşan da û xwest heya 15 sal cezayê girtîgehê bêceza kirin. 
 
Parêzera Balsak, ji bo lêkolînkirina dosyayê û parastina li dijî mutalaya dozger daxwaza dem kir. Şandeya dadgehê piştî navberê, daxwaza parêzer a rawestandina darizandina Aydenîz red kir û danişîn taloqî 26'ê Adara 2021'an kir.