ROJIN Konferansa xwe ya 2’an pêk anî

Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) a sala 2018’an hate avakirin 5’ê Kanûnê li paytexta Belçîka Brûkselê 2’emîn konferansa xwe pêk anî.

Bı tevlîbûna 30 delegeyên jin ên rojnamevanê ên li saziyên çapemeniya Kurd ên li Ewropayê konferansa bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî xebatên du salî hatin nixandin û têkildarî siberoja çapemeniya jin a Kurd nixandinên berfireh hatin kirin.

Di nixandinana de bal kişandin ser rola kesî ya diyarker û pêwîstî bi weşangeriyeke pêşî bê vekirin û dînamîk heye. Hate gotin ku di Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku di roja îro de tê pênasekirin, jin jî di nava navenda vî şerî de cih digire. Ev hate gotin: “Jin aliyekî yê Şerê Cîhanê yê 3’emîn e, dike hedef ku sîstemê ji bingeh ve biguherîne. Pêşengtiya civaka li ber xwe dide ku ji her alî ve êrîş li ser tê kirine, dike. Di vê mijarê de avakirina eniyeke hevpar a jinên cîhanê girîng e."

Di beşa duyemîn a konferansê de li ser nebesiyên xeta weşanê nirxandin hatin kirin û ev hate gotin: "Weşana polîtîkayê pêşiya polîtîkaya qirkirina jinê ya hişmendiya mêr-dewletê negirtiye, di hinek mijaran de dibe bibûna sedemê serhildanê lê bi qasî pêwîst pêk nehat, perspektîfa jinê ya polîtîkaya weşanê ya giştî têrê ne kiriye, dîsa zimanê tengê ku xîtabî hemû beşên civakê nekiriye. Divê zimanê ku nikaribe gel îfade bike bê guhertin. Divê polîtîkayeke ya sîstema jinê pêk bîne bê avakirin."

Di dewama nixandinan de bang li çapemeniya PDK’ê hate kirin ku ‘xwe ji zayendîparêziyê rizgar bike, weşangeriyekê ku di berjewendiyên netewa demokratîk de bikin.’ Daxwaz ji jinên ku keda wan di van weşanan de hene 'Li dijî konsept û zimanê ku xizmeta mêtingeriya Tirk dike, nirxên netewî bin pê dike bibin xwedî helwest.'

Xalên ku di konferansê de derketin pêş wiha ne:

“Rojevîkirina tevgerên jin ên Kurdistanê û cîhanê, li herêmê jî rojevên nayên dîtin bi rêya çapemeniyê kifş kirin û pêşiya têkoşîna jinê vekirin.

Li hemberî qetlîam û şideta li ser jinê ya li gelemperiya cîhanê dom dike, teşfîqkirina xwe rêxistin û xweparastinê.

Deşifrekirina sîstem û spartekên îdeolojîk ên li ser hebûna jinê hebûna xwe didomîne û ji bo vê rojane polîtîkayan dihilberîne kifşkirin.

Kampanyay Tevgera Jinên Kurd ên Ewopa (TJK-E) a ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ hatiye destpêkirin, rojevekî esasî be.

Di bin sêwana ROJIN de avakirina atolyeyên zanabûna îdeolojîk û pîşeyî

Li ser rastiya ku weşaneke dewelemend û yekbûyî ya jinê di rêya azadiyê de derbas dibe, bihêzkirina torên civakî yên xwecihî.

Di serî de zimanê Kurdî divê weşangeriyek pir ziman û çand bê esasgirtin

Rojevên jinan ên heftana bên kirina hevpar.

Ji bo zimanê hevpar ê çapemeniyê bê kirin, ferhenga termînolojiya çapemeniya jinê bê amadekirin.”