Keskîn: Sedemê herî esasî nedayîna ceza ye!

Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku yek ji sedemê esasî êrîşên zayendî yên pişta xwe ji dewletê digirin ên li Kurdistanê bi taybet li ser jin û zarokan zêde bûye, nedayîna ceza ye û got: “Ji bo li wir sûc kirin, hê xwe zêdetir azad hîs dikin."

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a xwe amade dike ku tevlî doza ku têkildarî destdirêjiya zaroka 15 salî ya li navçeya Kercews a Êlihê bibe, şideta dawî ya li ser jin û zarokan ji ANF’ê re nirxand.

‘HEJMAR RASTIYAN NÎŞAN NADE’

Keskîn a ji sala 1997’an û vir ve ji bo jin, zarok û jinên trans ên êşkence lê tênkirin û êşkenceyên zayendî lê tê kirin parêzeriyê dike, anî ziman ku destdirêjî-destavêtina li jin û zarokan pir çêdibe, ji ber ku derneketine holê rastiya wê nayê zanîn.

Keskîn anî ziman ku buroya hiqûqê di nava 23 salan de 758 jin û jinên trans serî lê dane, lê ev hejmar rastiyê nîşan nade û got: “Destdirêjî-destavêtina li jin û zarokan naragihînin. Ditirsin, şerm dikin,xwe lewitî hîs dikin û wer difikirin ku kes piştevaniya wan nake. Ji ber ku hişmendiyeke ewqas serwer a mêr a milîtarîst feodal disepîne, gelek jin heta dawiya temenê xwe vê şideta zayendî diyar nake.

‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YA BÊ CEZAKIRINÊ!’

Parêzer Keskîn bal kişand ku yek ji sedemê herî esasî yê şideta zayendî ya çavkaniya xwe ji dewletê digire û dewlet li pişt e, nedayîna ceza ye û anî ziman dema ji sala 1997’an û vir ve li dozên hatî vekirin binêre, tevî hemû belge ji derveyî 2 cerdevanan ti cezayek nehatiye dayîn berpirsên fermî. Keskîn destnîşan kir ku heta dozên li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi ser jî ketine hene, diyar kir ku ev bê cezatî polîtîkayeke ya dewletê ye.”

‘ŞIDET BI DESTÊ DEWLETÊ Û ZIMANÊ WÊ TÊ REWAKIRIN’

Keskîn îşaret bi bûyera destavêtinê ya Îpek Er kir û ev got: “Çawîşekî pispor dest avêt Îpek Er, heta weke belge jî nameyek pey xwe hişt û întixar kir. Çi bû? Çawîşê pispor hate berdan. Em ji xwe nabêjin qetilkirina jinê polîtîk e. Alaattîn Çakici yê li ber çavê zarok hevjîna xwe qetil kir, niha azad her kesê tehdîd dike. Ev tehdîd hîsê dide mêrên din jî. Ev jî dide nîşandan ku bi destê dewletê û zimanê wê şidet tê rewakirin.”

‘DI ŞERAN DE JIN HEDEFA YEKÊ YE’

Parêzer Keskîn diyar kir ku zêdebûna şer a li Kurdistanê û bi taybet êrîşên zayendî yên dewlet li pişt e, ji ber şer pêk tên û di hemû şerê cîhanê de hedefa yekem tim bûne jin û wiha pêde çû: “Di hemû şeran de, alî ji bo aliyê din bi perçiqîne, jihevxistina nasnameya wê serî li van cûre nêzîkatiyan dide. Binpêkirinên mafên jinan ên li Kurdistanê jî di vê astê de heye. Li wir sûc kirin hê zêdetir xwe azad hîs dikin. Ji ber ku yên li pêşberî xwe dijmin dibînin jixwe. Li gorî min dibêjin; ‘ez li vir azadim, tiştek bi min nayê’ peyam dide. Berdana Mûsa Orhan peyam ev e. Yê îşareta boxkurt bike tê berdan.

Keskîn bal kişand ser şideta li jinê û diyar kir ku ti dem nebû bi qasî niha şidet û êşkenceya li ser jinê hatî rewakirin, berê jî şidet li ser jinê dihate kirin, lê piştî Wezîrê Karê Hundir gotinên şidetê hatin rewakirin û şûnde pir zêdetir bûn. Keskîn got, berê şidet dihatin înkarkirin, lê niha bi eşkereyî tê kirin û ev metirsîdar in.

Keskîn anî ziman ku li Tirkiyeyê ti peymanek ku pêşiya şideta li jin û zarokan bê girtin nayê pêkanîn û destnîşan kir ku yek ji van peymanan jî Peymana Stenbolê ye ku desthilatê rê li ber gotûbêjkirina wê vekiriye.

‘BI VEŞARÎKIRINA BIRYARÊ PARÊZER JI DERVE DIXWAZIN BIHÊLIN’

Keskîn a xwe amade dike ku mudaxîlî doza têkildarî îstismara zayendî ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê bibe, nerazîbûn nîşanî biryara veşarî û qedexeya weşanê da û got: “Biryara veşariyê berî her tiştî dixwazin ku parêzerên yek ji aliyê darezandinê ne ji derve bihêlin. Nexasim di van bûyeran de erka mezin dikeve ser milê parêzeran. Ji ber ku yên rastiyê derbixin parêzer in. Ji bo dosyayê lêkolîn nekin biryara veşariyê derxistin. Destpêkê dosya ji parêzeran diveşêrin û piştre jî ji raya giştî. Dosyaya Kadîrova wiha kiri, ya Îpek Er û niha jî Kercewsê dikin.”