'Dewlet tecawizkaran diparêze'
TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişandin ser kambaxiya tecawiza li Kercosê û diyar kirin dewlet tecawizkaran diparêze.
TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişandin ser kambaxiya tecawiza li Kercosê û diyar kirin dewlet tecawizkaran diparêze.
Li Mêrdînê Tevgera Jina Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê têkilî tecawiza li Kercosê ya Êlihê, ku polîs û leşkerên Tirk jî di nav de 27 kesan tecawizî zaroyeke 15 salî kiribûn, daxuyaniya çapemeniyê dan. Gelek jin tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn ya li ber avahiya bajêr a Mêrdînê. Li ser navê jinan Rêvebera Bajêr a HDP'ê Munevver Olker axivî.
Olker got AKP û MHP li ser sûcên tecawizê bi nêzîkatiyeke polîtîk e, bi bîr xist ku leşkerê Tirk ê tecawizkar ku bûbû sedema mirina Îpek Er bi hişmendiyeke gemarî nehatiye cezakirin û li Mêrdînê di bûyera tîmê taybet B.K de jî eynî polîtîka hatiye kirin. Ulker got, ''Li bajarên Kurdan cezayê tacîz û tecawizê ji hêla hiqûqî ve tê tinekirin.''
Olker bal kişande ser rûdanên piştî rûdana tecawîzê ya li Kercosê, ku polîs û leşkerên Tirk jî di nav de 27 kes telvê bûbûn û got, ''Cezanekirina kesên ku 8 mehan tecawiz kirin hevkariya li sûc e. Em dibêjin, ji tundiya dewleta mêr, îstîsmara zarokan re êdî bes e, bes e tacîz û tecawiz.''