TJA’yê li dijî tecawizê li Şirnex û Colemêrgê çalakî li dar xist
Tevgera Jinên Azad li dijî tecawiza li Kercewsê li Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyên çapemeniyê dan.
Tevgera Jinên Azad li dijî tecawiza li Kercewsê li Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyên çapemeniyê dan.
COLEMÊRG
Pêkhateyên TJA’yê yên Colemêrgê jî bûyera li Kercewsê pêk hat li ber avahiya HDP’a Colemêrgê şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Colemêrgê Sînem Seven daxuyanî xwend û got jin her roj bi tacîz, destdirêjî, îstîsmar û komkujiyên jinan re rûbirû ne û desthilatdarî dixwaze li Kurdistanê vê destdirêjiyê wek çandê bixin meriyetê.
ŞIRNEX
Pêkhateyên TJA’yê yên Şirnexê jî li ber avahiya HDP’a Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Şirnexê Zeynep Salgucak daxuyanî xwend û got ev bûyer dewama qirkirin û talankirina li Kurdistanê ye.