Jin ji bo darizandina desthilatê çalakiyan dikin

Li Stockholm û Kopenhagê jinên Kurd, di çarçoveya kampanyaya “Ji bo darizandina desthilatê 100 sedem” ya ji bo darizandina Erdogan û kujerên jinan çalakî lidar xistin.

Di çarçoveya kampanyaya ku hefteya berê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) dayî destpêkirin a “Ji bo darizandina desthilat 100 sedem” de, li Swêdê çalakî didomin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Amara jin li ser yek ji rêyên herî qelebalix ên Stockholmê di seat 18:00’an de girse civiya.

Di çalakiyê de wêneyên jinên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên we ve hatin kuştin û dovîzên ji bo şermezarkirina qetlîamên jinan hatin hilgirtin.

Ji çalakgeran Ayşe Goktepe axivî û diyar kir ku wan kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin û armanca wan ev e bi deh hezaran îmzeyan kom bikin. Her wiha bang ji bo tevlîbûna çalakiyên a ji bo darizandina Erdogan jî hate kirin

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye jî ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê ve li ser rêya Nytorv stant hate danîn û sûcên dewleta Tirk û şîddeta li ser jinê nirxandin.

Çalakî di seat 17:00’an de hate destpêkirin. Di çalakiya ku bi giranî bala derdor kişandî de, ji bo darizandina desthilat îmze hatin komkirin û belavok hate belavkirin.

Jinan peyama bilindkirina têkoşînê dan û bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe dawî kirin.