TJA’yê li ser tundiya li jinê rapor amade kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya "Em Xwe Diparêz in” “Rapora Tesbîtkirina Tundûtûjiya Mer/Dewletê ya Li Hember Jinan li Kurdistanê ya Sala 2020’î” bi raya giştî re parve kir.

TJA’yê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Berdekvka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan di civînê de axivî û derbarê kampanyaya wan de nirxandin kir.

Rapora ji aliyê Gokkan ve hat eşkerekirin wiha ye:

“DESTPÊK

Tundûtûjiya li hember jinan a bi her awayî ji berê da he ye. Tarîxa wê kevin e. Ev tarîx hem hemanekî sereke yê bi teşebûna modernîteyê ye, hem jî her roj di nav modernîteyê da xwe li çêkirin û birêxistin kirina xwe dewam dike. Di vê demajoya dîrokî de bîr û doza bi her awayî, felsefe, pergalên zanist û baweriyê tevan dîwarê pergala pederşahiyê lê kiriye û em hanîne heta wê serdema nûjen ku mêr wek navend/ vîn û îrade, jin jî wek tişt-pasîf hatiye kod kirin.

Em jinên Kurd li dijê pergala pederşahiyê ya her kuştin, mirin û şer e bi hezaran sal in têdikoşin ji bo hebûn û jiyandina nirxên xwe yên civakî. Di demeka wisa ya bi tundûtûjî da em jinên Kurd hem doza nasnameya xwe hem jî ya zayenda xwe dikin. Ev rê û rêbazên tundûtûjiyê yên li ser me tên sepandin ji zû da ye ku he ye. Ji gava ku li Kurdistanê dest bi têkoşîna nasnameyî hatiye kirin û bi vir da li ser erdnîgariya me dewletê jin ji xwe ra kirine armanc û di vî şerê ku dewam dike da bûye xala hedefê. Di şer û pevçûna ji çil salan zêdetir e berdewam e mixabin qadeka şerê tê kirin yek jê jî em in. Ev polîtîkaya şer û tundûtûjiyê ku me jinan ji xwe ra dike hedef ne polîtîkayeka spesîfîk e. Li gelek cihên pevçûnên nasnameyî bûne û berdewam in, li Nepal, Saray Bosna, Hindistan û Sûriye, li Emerîkaya Latînî û hê li gelek cihên şer lê diqewime ji kirinên şer jî em dibînin ku nexasim jinan ji xwe ra dikin wek hedefeka taybet. Gava armanc tê pêkanîn, rê û rêbazên tundûtûjî, polîtîka û fam û feraseta îdeolojîk ji xwe ra dikin asas. Bi xwedî kirina hev û din a mêr û dewletê zexta li ser zextan li me tê kirin ku em jin tune bibin.

Bi salên 1990’î ra li erdnîgariya me bi zêde bûna pevçûnan ji her polîtîkayeka hat kirin pêşî jin û zarok bi bandor bûn. Ji ber vala kirin û şewitandina gundan bi deh hezaran Kurd neçar hatin hiştin ku terka warê xwe bikin. Jinên neçar man ku ji gund û malên xwe bar bikin li cihê ku bar kirin rû bi rûyê mayîna bi tenê di malê da, di serî da tundûtûjiya fizîkî, rû bi rûyê gelek curên tundûtûjiyê yên wek derûnî û aboriyî hatin hiştin. Piştî dana li ber xwe ya 2015’an şêniyên cihên hatin xera kirin jî mixabin rû bi rûyê heman pêvajoyê hatin hiştin.

Di pêvajoya xistina bin çavan û girtîgehan da polîsan dest dirêjê gelek jinan kir. Mehên çûyî Musa Orhan dest dirêjê jineka Kurd a bi navê İpek Er kir û bû sedema xwekuştina wê. Lê ne Musa Orhan ne jî yekî din, heta niha tu erkdarekî ewlekariyê nehatiye ceza kirin ji sûcê dest dirêj kirina jinan. Li navçeyên Şemrex û Dêrîkê salên 1993-1994’an dema hatin destgîrkirin leşker (104 leşker)an bi caran dest dirêjê jina bi navê Şukran Esen kir. Doza Esenê bêencam ma. Li Sêrtê li Dibistana Seretayî Gaziyê rêvebirê dibistanê, leşker, polîs û cerdevanan bi awayekî sîstematîk dest dirêjê N.Ç’yê kir. Ev bi tenê çend doz in haya gel jê heye. çêbû.

Di serî da Pergala Cezayî ya İmralıyê, ferz kirina şert û mercên tecrîdê li tevahiya civakê, roj bi roj giran bûna pergala tecrîdê, rêbaza sereke ya rewa kirina tundûtûjî, nehuqûqî û polîtîkayên qirêj ên dewletê ye. Pergala İmralıyê wek konseptekê hatiye ava kirin.

Bandora wê li ser civakê he ye. Bi vê yekê mafê bi her awayî yê civakê û her nirxê civakî dibe hedef. Ev tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan di pirsgirêk Kurd da neçareseriyê ferz dike û dibe sedema berdewam bûna şer. Di dema grevên birçîbûnê yên sala 2018’an ku bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê bû li dijî vê nehuqûqiyê û binpê kirina mafê mirovan; di pey ra hevdîtin hatin kirin bi İmralıyê ra, ev hevdîtin hatin qedexe kirin û şertên tecrîdê dewam kir. Li dijî vê rewşê 27’ê Mijdarê di girtîgehan da dîsa dest bi grevên birçîbûnê hat kirin. Tecrîd polîtîkayeka şer e ku herî pir jin rû bi rû dibin û yên ku li herî pêş li ber xwe didin jî jin in.

Ev pêvajoya polîtîkayên taybet ên şer xistine meriyetê, daxwazên bi her awayî yên ji bo nasnameya Kurdan bi tundûtûjiyê tên tepisandin berdewam dibin bi destê desthilatdariya heyî. Polîtîkayên ewlehiyê yên tên ferz kirin di neçareser kirina pirsgirêka Kurdan da, îrade tê xespkirin, tişt bi heqî nayên kirin. Demokrasî bi cih nayê nayê anîn. Di rewşeka wiha da herî pir em Kurd dibin hedef.

Piştî sala 2015’an bi hêzdar bûna faşîzmê destkeftinên heta niha bi têkoşîna jinan hatine kar kirin, gavê guherîn-veguherîna mafî û civakî bûye hedefa dewletê. Ev rewş jî di têkoşîna civakî û ya jinan da jî xwe nîşan dide. Ji xwe ra kirina hedef a Tevgera Jinan a Kurd, girtina aktîvîstan, ji xwe ra kirina hedef a pergala hevserokatiyê, bi hanîna qeyûman qedexe kirina xebatên jinan di rêvebiriyên xwecihî da, nedana xizmeta bi zimanê zikmakî bûye sedema zêdebûna tundûtûjiya bi her curî li Kurdistanê.

Di çarçoveya KHK’ê da sala 2016’an rêxistina me Kongreya Jinên Azad hat girtin. Me wek Tevgera Jinên Azad li têkoşîna xwe dewam kir. Wek ku em ê di vê xebatê da nîşan bidin, saziyên jinan û her saziya xebatê dike bû hedef, hat girtin û ya jî nehat hiştin ku bixebite. Hema bibêje her hefte bi girtina ser malan jinan dixin bin çavan, digirin. Komala Jinan Rosa, komal û aktîvîstên têdikoşin ji bo mafê jinan ji xwe re dikin hedef. Êrîşên li dijî van destkeftinan û liberxwedana jinan roj bi roj zêdetir dibe.

Polîtîkayên li dijî jinan ên desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê pêk tîne bi ya me jinên Kurd derdixe holê ku pirsgirêka jinan pirsgirêkeka cîhanî ye. Desthilatdariya heyî bi hewla parastina hebûna xwe, nebûna jinan ji xwe ra dike hedef. Peymana Stenbolê kiriye mijara gengeşeyê. Bi vê gengeşeyê hewlê dide ku mêran wêrek bike. Sala 2020’î hejmara jinên bi tundûtûjiya mêran kuştî, yên di çapemeniyê da xuya bû bi tenê 249 e. Bi demajoya pandemiyê ra rawestandina yasayê bi hejmar 6284’î, sekinandina serîlêxistinên ji bo sitaran, bi yasayê înfazê berdana mêrên tundiya li dijî jinan sûcdar, nekirina tu tidarekî di der heqê tundûtûjiya mêran, bi tevî şerê ku berdewam e bûn sedema encamên bi êş û elem ji bo me jinên Kurd. Bi polîtîkayên heyî jin nayên parastin lê bê parastin tên hiştin û terkê tundûtûjiyê tên kirin. Bi van polîtîkayan mebest ew e ku jin bi her awayî û di her warî da werin tune kirin. Lê hêvî dikin ku jin li ber xwe nedin. Em jî hema bibêje çar meh in ku bi diruşma ‘Em Xwe Diparêzin’ li dijî van polîtîkayan kampanyayeka ji bo parastina xwe bi rê ve dibin. Û me ev rapor ji bo keşf û aşkera kirina encamên van polîtîkayan amade kir. Lê ev êrîş bandor li pêvajoya amade kirina raporê jî kiriye.

Bi çi awayî?

Ji ber ku saziyên jinan hatin girtin, bi destên qeyûman hewl tê dayîn ku destkeftin û xebatên jinan tune bên hesibandin û jin tênekoşin mixabin pirê dane û zanyariyan bi tenê ji mekanîzmayên dewletê tên berhev kirin û ev jî bi berçavî bi gel ra nayên par kirin. Em dizanin rêjeya tundûtûjiya li hember jinan ji hejmar û reqeman pir û pirtir e. Tevî ku hin awayên tundûtûjiya her roj tên ceribandin em dizanin ku ne mimkûn e wek dane werin ragihandin. Tundûtûjiya derûnî, derûniya şer, jinên nikarin bi zimanê xwe biaxivin û jiyana bi trawma ya zarokan, tundûtûjiya zayendî bi hejmaran nayê vegotin. Lê li gel ku em dixwazin bi asta tundûtûjiya fizîkî ya heyî bizanin xwe gihandina daneyan hema bibêje ne mimkûn e. Dewlet tevî ku van daneyan par nake, em rû bi rûyê kêmasiyên gelek saziyan ên di vî warî da dibin. Bi asta ku tê xwestin dernexistina holê ya daneyan û tabloya tengasiyên jinên li vê erdnîgariyê rû bi dimînin jî metnekî din ê van êrîşan nîşanê me dide. Misêwa êrîş dikin, lê wek sireka dewletî hewla parastina van tê dayîn. Ev rewşa em rû bi rû dimînin em dizanin ku ji bo veşartina vê tabloya bi xetere ye. Di vê rewşê da derxistina holê ya zanyariyan û par kirina bi gel ra divê bibe parçeyekî têkoşîna me ya jinan.

Parlamenterên jin ên di meclîsê da daneyên tundûtûjiya li hember jinan li 81 bajaran wek pêşniyaznameya pirsî daxwaz kir ji Wezareta Xebat û Malbat û Civakê. Lê tu bersiv nehat dayîn. Ji Rêxistinên Sivîl ên Civakî ta bi gelek saziyan me daxwaz kirin. Haya me jê heye ku li Kurdistanê gelek sazî bi êrîşên dewletê hatine girtin û yên ku hene jî nahêlin bixebitin. Lê ji bo çareser kirina vê pirsgirêka jiyanî divê her sazî û destgeh hê bêhtir bi hesasî û hişmendî û hişyarî tevbigere.

Daneyên ku me peyda kirine wek sîmayê hevkariya mêr-dewletê ya li hember jinan e. Ji gelek aliyan ve kêmasiyên xwe yên daneyî he ne. Lê tundûtûjiya ku zêde dibe nîşanî mirov dide ku çiqas bandorê dike li jinan. Me careka din dît ku hevkariya polîtîkayên tundûtûjiyê yên dewletê û ya mêran hatiye kîjan astê.

Em Tevgera Jinên Azad bi vê xebatê rojeva me ya asas ew e ku em nîşan bidin bê ka hevkariya dewletê û mêran çiqas bandorê dike li me, encamên wê çi ne par bikin bi gel ra û di pêvajoya ji niha û pê da li hember van polîtîkayan hê bêhtir bi hêz têbikoşin.

Rapora me ji legerînên li ser çapemeniyê, dahûrandina zanyariyên ji sazî û destgehan berhevkirî, êrîşên heyî yên dewletê û beşê encamê pêk tê. Ev xebat di şexsê İpek Er a ji ber tecawizê xwe kuşt, Gulistan Doku, Fatma Altınmakas da ji bo xatirê hemû jinên kuştî ye.

RÊBAZ

Mebesta me ya sereke ew bû ku em rapora tesbîtê ya rewşa tacîza meqama darizandinê ya li dijî siyasetvan û aktîvîstên dixebitin li dijî cihêxwazî û tundûtûjiya li hember jinan binivîsin.

Rapora ji serîlêdanên ji bo sendîka, odeyên pîşeyî û rêxistinên sivîl ên civakî yên jinên ji ber tundûtûjiya rû bi rû mane, daneyên di çapemeniyê da xuya bûne di heman demê da jî tacîza meqama darizandinê ya li hember jinên TJA’yê pêk tê. Sedema me ya asas a kirina vê lêkolînê tundûtûjiya li hember jinan a roj bi roj zêdetir dibe, zêde bûna mirinên bi şibhe û kuştina jinan e. Ev xebata me ji bo dîtina tabloya tundûtûjiya mêran a li hember jinan û kuştina jinan li herêma me dest pê kir, bi gengeşeya wê çawa xebat bi pêj da biçe biryara berhev kirina daneyan û çavdêriyên hat dayîn. Me bi xebatê hewl da ku em xwe bigihînin bûyerên tundûtûjiyê yên mêran ên li bajarên li herêmê û daneyan. Lê bi tenê me karî xwe bigihînin bajarên sereke. Dane ji lêgerîna ji nav nûçeyên deh mehên sala 2020î, û daneyên serîlêdan saziyên sivîl ên civakê û sendîkayan pêk tê. Tevî ku bisînorkirinên sereke yên xebata me hene; bi temamî daneyên tundûtûjiya li hember jinan a li bajarên bi rêbaza berhev kirina daneyan hatine diyar kirin şanî nade. Hejmara jinên serî li saziyên gel daye û daneyên jinên serî li saziyên gel dane ne di nav da ye. A rast ev yek jî tundûtûjiya li herêma me heye bi tevahî nîşan nade. Bi destpêbûna xebatê pirsgirêkên sereke yên em rû bi rû man ew in ku daneyên jinên serî li rêxistinên sivîl ên civakê dane nehatine tomar kirin, û daneyên ku hebûn jî nedixwestin par bikin bi me ra. Gelek rêxistin tevî ku daneyan tomar dikin li dijî li tûndiya mêran a li dijî jinan di xebateka xweser da cih nagirin. Li herêmê gelek sendîka, saziyên sivîl ên civakê û odeyên pîşeyî yên me bi wan ra pêwendî danî, ragihand ku ew daneyên ji hev cihê tomar nakin, ji bo jinên ji ber tundûtûjiya serî lê didin formen wan ên cihê nîn in. Ji lewma daneyên em par dikin ên berhev kirina ji çapemenî û sendika û rêxistinên sivîl ên civakê û odeyên pîşeyî ne.

DANEYÊN TUNDÛTÛJİYÊ Û DAHÛRANDINA DANEYAN

Sala 2020’î 2520 jinan ji ber tundûtûjiya mêran serî li odeyên pîşeyî, rêxistinên sivîl ên civakê û sendîkayan xistiye. Her cûrê tundûtûjiyê bi awayê ku yê din jî di nav xwe da bihewîne li ser jinan tê sepandin. Her jineka rû bi rûyê tundûtûjiyê dibe ne ji ber mêrekî bi tenê lê bi hevkariya gelek mêran rû bi rû dibe. Li malê hevser, bav, bira ya jî ji ber maliyên din rû bi rûyê tundûtûjiyê dibe, li qereqolan bi hevkariya polîsan tundûtûjiya rû bi rû dimînê berdewam dibe.

Sedema serîlêdanê çi dibe bila bibe pirê jinan rû bi rûyê tundûtûjiya derûnî dibin. Gava em li van daneyan dinihêrin; 775 kesan daxwaza mana di sitareya ji bo jinan kiriye, 250 jin rû bi rûyê tundûtûjiya aboriyî mane û daxwaza alîkariyê kirine, 712 jinan ji ber tundûtûjiya mêran doza berdana hev û din kiriye û 113 jin jî ji ber êrîşa zayendî ya rû bi rû mane serî lê daye. 670 jin jî ji ber tundûtûjiya bi curekî serî li saziyan daye. Di 18 salên desthilatdariya faşîst a AKP’da qirkirina jinan ji hezarî 1400 zêde bûye.

Daneyên di çapemeniyê rû dane;

Bajar TECAWIZ TACÎZ MIRINA BI ŞIBHE KUŞTINA JINAN

AMED 2 15 11

MÊRDÎN 1 9 3

ÊLIH 4 1

WAN 1 5 1

SEMSÛR 4

DÎLOK 3 5

AGIRÎ 1 6 2

DERSIM 1 1 2

SÊRT

RIHA 4 1

QERS 3

GURGUM 4 3

ÇEWLIK 2 2

MELETÎ 1 1

ÎDIR 1

ŞIRNEX 1 1

ERZINGAN

ERZIROM 1 1

SÊWAZ 3

ELEZÎZ 3

MÛŞ 1

TEV TEVÎ HEV 4 6 60 41

Li Kurdistanê sala 2020’î 41 jin ji aliyê hevserê xwe yê berê, bira, hevalê xwe yê mêr ve hatine kuştin. 60 jin bi awayekî bi şibhe canê xwe ji dest dane. Hejmara mirina bi şibhe hema bibêje car û nîv he ye li mirinên diyar ên jinan. Ev yek nîşan dide ku di nav awayê civakê yê parastina mêr dike têr li sedema mirina jinan nayên pirsin, pûte pê nayê dayîn.

Çawa ku li hember tundûtûjiya polîsan jiyana kurdekî tê bê qîmet kirin, li hember mêran jiyana jinan jî bê qedr û qîmet tê qebûl kirin. Ji lewma jin tên kuştin lê kuştina wan nayê qeyd kirin. Wek mirina bi şibhe tê hesibandin. Bi tenê kujerekî kuştina her jinekê nîn e lê gelek kujerên wê hene. Bêjarên neyartiya jinan ên dewletê, bi polîtîkayên ‘alîgirên mêran’ dibin sedema jiyana jinan. Desthilatdariya mêrane ya hegemon ji bo çêkirina civaka taetkar a dixwaze çêbike li malê, li kuçeyan, li kargehê û hemû warên jin lê dijîn êrîş dike. Bingeha bîrdozî/kultûrî ya vê êrîşa mêr bi bikaranîna dîn û awayê jiyanê îslamî dike wek norm, pergala serdest a mêr bi xwe saziya malbatê ya ku her roj ji nû ve çêdike bi fihêl kirina referansên îslamî pêk tîne.

ÊRÎŞÊN LI HEMBER TÊKOŞÎNA JINAN

Têkoşîn bi rêxistina a jinan di sed salên dawî da gelek bi pêj da çû û li gelek deverên cîhanê di nas kirina îradeya jinan, nasnameyê wan, hebûn yanî wek zayenda bindest da gelek destkeftinên giring kar kirin. Ev destkeftin bûn gavên giring di guherîna avaniya civakî ya mêr raser in, yasayên pê parastina jinan nayê kirin û kêm bûna tundûtûjiya jin rû bi rû dibin. Lê di sedsala 21emîn da rastiya em bûne şahid ew e ku dîsa li gelek deverên cîhanê ev destkeftin û maf bûne hedef. Li Tirkiyeyê bi destê desthilatdariya heyî girtina sazî/rêxistinên jinan, xistina bin çavan û girtina aktîvîstên ji bo azadiya jinan têdikoşin, sepandina polîtîkayên şer ên taybet bûnê sedema pirbûna bûyerên tundûtûjiya mêran a li hember jinan. Bi tune kirina sazî û aktîvîstan rakirina ji holê ya mekanîzmaya li hember tundûtûjiyê têdikoşe hatiye armanckirin. Kirina ji xwe ra wek hedef a rêxistinên jinan gelek bandor li têkoşîna jinan jî kiriye. Girtin û qedexe kirin, îlegalîze kirina mekanîzmayên jin di rewşa tundûtûjiyê da serî lê bixin û bi hêz bibin di serî tundûtûjiya di nava malê da, jin rû bi rûyê gelek cûrên tundûtûjiyê hiştiye. Di vê demajoyê da hewldana ji bo bi dûr xistina jinan ji mekanîzmayên jin pê xwe he bikin di warê civakî, kultûrî û aboriyî da, nehiştiye ku nasnameyê jinan wek îrade xuya bike. Ev polîtîka li Kurdistanê jî bi xistina bin çavan û girtinan, bi tayîn kirina qeyûman, di çarçoveya polîtîkayên taybet ên şer da berdewam in.

DESTGÎRKIRIN Û GIRTIN

Di salên dawîn de destgîrkirin û girtinên pêk tên ji hêla hikûmeta AKP'ê ve wekî polîtîkaya bingehîn a çewisandinê tê meşandin. Li Kurdistanê roj tuneye ku bi operasyonên berbangê re destgîrkirin çênebin û her car mirov bi tundî û pêkanînên dermirovahi yên polîsan re rû bi rû dimînin. Her wiha hewl didin destgîrkiriyan kriminalîze bikin. Em zanin ku gelek jinên Kurd hatin destgîrkirin û hatin girtin. Di sala 2020'an de herî kêm 244 aktivîstên TJA’yê hatin destgîrkirin û 81 jê hatin girtin.

DESTGÎRKIRIN GIRTIN

AMED 76 44

ÊLIH 50 5

MÊRDÎN 43 9

ŞIRNEX 15 1

COLEMÊRG 4 2

WAN 9 5

RIHA 13 2

QERS 4 3

ERZIROM 4

ÎDIR 5 1

MÛŞ 6 5

AGIRÎ 3 1

EDENE 5 1

MÊRSÎN 7 1

OSMANIYE

GIŞTÎ 237 81

237 parêzvanên mafên jinan û siyasetmedar di van operasyonan de hatin destgîrkirin û bi girtinê re bi tacîza darazê re rû bi rû mane. Ji jinan, çima beşdarî atolyeyên aştiyê yên jinan bûne, çima tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya jin aştiyê dixwarin bûne, çima şahiya konvoya mor lidar xist, armanca we ya tertîpkirina 8'ê Adarê çi bû, we çima pankarta Gulistan Doku hilgirt, çima diçin komeleyê, zilam bi awayekî veşartî dibin endamê vê komeleyê, ji ber beşdarî civînên nasandina namzetên partiya ku endamê wê ne û hwd. pirsên derveyî aqilan pirsîne û ji ber endamtiya rêxistinê doz li wan hatiye vekirin û bi girtinê re bi mehan ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Mafên jinan ên rêxistinkirin, belavkirina ramanê û azadiya îfadekirinê krîmînalîze dikin, jinên li hemberî tundiyê têdikoşin bi tundiyê re rû bi rû tên hiştin.

Di demên ku vîrûsa Covid-19 zêde bû û mirov newêrin ji malên xwe derkevin de nîvê şevê bêyî ku li paqijiyê miqate bin, ji hêla hêzên peywirdar ve bi kuçikan bi ser malên jinan de girtin (Mala Rojbîn Çetîn wekî jinekê bi kuçikan bi ser mala we de girtin û binçavkirin, ligel hate girtin jî ji ber vê yekê derbarê tu hêzên peywirdar de lêpirsîn nehatiye destpêkirin), bi îşkenceyê binçavkirin û girtin pêk anîne. Li Amedê ji ber lêpirsînên neheq hatine vekirin Dayikên Aştiyê yên 70 salî û nexweşiyên wan ên kronîk hene Rebîa Kiran û Makbule Ozbek ji di nav de gelek dayikên temendirêj û nexweş bi rojan di bin çavan de hiştin û hin ji wan girtin. Jin tevî zarokên xwe yên biçûk û heta zarokê wê nexweş bê ji dîsa bi awayekî girtî tê darizandin. Dilgeşê biçük ê nexweşa gurçikê ye tevî dayika xwe xistin girtîgehê. Eylem Oyunlu tevi pitika xwe ya 10 mehî û keça xwe ya 2 salî bi awayekî girtî tê darizandin.

Êrîşên li hemberî jinan her roj zêdetir dibe, bi taybetî jî li hemberi jinên daketine kolanan êriş çewisandin, binçavkirin, girtin û îşkence her roj zêdetir dibe. Tundiya li hemberî jinan a li vî welatî bi rêkûpêk pêk tê, bûye polîtîkaya dewletê û herî zêde jinên ku daketine kolanan û li ber xwe didin hedef tên girtin. Li Cizîrê di encama serdagirtina malan de di nava wan de Hevseroka HDP'a Navçeyê Guler Tunç û Hevsera ku li şûnaa wê geyüm hatiye şandin Berîvan Kutlu di bin çavan de gef li wan hate xwarin, ji ber hevjîn û xezûrê Guler Tunç çûne ser gora Mehmet Tunç doz hatiye vekirin, Berîvan Kutlu ji bi gotina “Demildest terka welat bike” gef lê xwarine û ev pêkanîn tundiya dewleta mêr bê hatiye çi astê radixe ber çavan. Dema in tên binçavkirin bi taybetî hemû niştecihên taxê an jî kesên di apartmanan de dijîn deriyên wan wekî bişkînin lê didin, ev encama avakirina rewşa çavtirsandinê û tirsê ye. Jin ligel hemû zext û qeexeyên dewleta mêr a ku ji bo jinan ji kolanan derxinin, ji kolanan derneketine, li heöberî hemû neheqî, çewsandin û îşkenceyê dengê bilindtir kirine u tu carî dest ji têjkoşîna jiyaneke azad û demokratîk bernedane.

Pergalên otorîter ji bo parêzvanên mafên mirovan bendeg bikin û çavtirsandî bikin herî zêde serî li tacîza darazê didin. Hewl didin ku bi rêbazên vekerina dozên hiqûqî û destpêkirina lêpirsînan kesan çavtirsandî bikin û bitirsînin. Li welatên dibin otorîter ev rewş li ser hemû aliyên muxalîf dimeşînin. Li welatên pirçandî yên wekî Tirkiyeyê armanca wan a sereke ew e ku cudaxwaziyê li hemberî pirnasmeyan pêk bîne. Sedema ev operasyonên me li jorê qala wan kir a zêdetir li hemberî jinên Kurd pêk tê, ev bi xwe ye. Kesên li hemberî pergalê muxalefetiyê dikin, ji ber nasnameyên xwe hatine cem hev –bûyîna hem Kurd û hem jî jin- dihêle ku bibin hedefa îktidarê û rêya tekane ya ji bo bêdengkirina dengê muxalîf ew e ku heta ji destên wan tê operasyonên xwe berfirehtir bikin û rê nedin ku dengen cuda derkevin.

Armanca operasyonên di seetên serê sibê de kesên bi malbata re di xew de ne, bi kuçikan û çekên giran pêk tê, ji bo çavtirsandinê ne. Ev kesan her yek ji wan di derbarê wan de gelek lêpirsînên din hatine vekirin û hemû pevajoyên qanûnî dişopînin. Gumana ku birevin tune ye û kengî ji bo îfadeyê bang wan dikin diçin îfadeyê didin. Tekane sedema operasyonên serdagirtina malan ew e ku civaka muxalîf bêdeng bikin. Ev taktîk ji hêla rejîmên otorîter ve hertim tê bikaranîn (bnr. Azarbêcan, Rûsya, Ukrayna…) em ne biyaniyê vê ne. Hem mînakên li dinyayê û hem jî mînakên li Tirkiyeyê derketine holê armanc û hedefa tacîza darazê radixe ber çavan; dixwazin têkoşîna jina bi paş ve bixînin, jinan têxin malan û dîsa têxin bin destên pergala desthilatdar a mêr.

POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN

Em baş dizanin ku qeyûm di bingeha xwe de berhema siyaseta mêtingeriyê ye û li Kurdsitanê nûnerê hişmendiya mêtingeriyê ne. Li jor jî tê îtin ku ji bo civaka Kurd ji hev parçe bikin û astengkirina xebatên civakî ne tesadufi ye. Bi taybetî ji bo qada jiyanê ji jinan re neyên hiştin, di teşedayîna bajaran de mafê axaftinê nedin jinan û bi krîmînalîzekirina pergala hevserokatiyê, bi pêkanînên ku vina civakî û siyasî tune dihesibîne û hewl didin ku jinan di pozîsyona hişmendiya koledarî ya hezaran salan hatiye meşandin de bihêlin.

Pergala qeyûmê ya ku wekî polîtîkayeke taybet tê meşandin dihêle ku qadên ku jin serî lê didin teng bikin û tune bikin, polîtîkaya tundiya li hemberî jinê tune be, wekî hêzên herêmî li hemberî jin, zarok û astengdaran polîtîkayen xweser neyên meşandin, jin dema rastî tundiyê tên bêqewet bimînin û heta ji jiyanê bêne dûrxistin. Ji derveyî saziyên jinan ên hatine girtin, sedema ku jinên bi tuniya zilam re rû bir û dimînin çima serî li saziyên dewletê nadin bi awayekî vekirî radixe berçavan. Jin ew dewleta ku vîna wê ya hilbijartiye tune dibîne wê çawa baweriya xwe bi saziyên wê bîne û bawer bike ku wê biparêze, mkanîzmayên serlêdanê yên dewletê gelek ji wan jinên bi tundiya zilam re rû bi rû mane dîsa wan paş de dişîne û ev jî nêzîkatiya wan a dijminatiya jinan radixe ber çavan. Beriya rêveberiyên qeyûman avahiyên şaredariyan û derdora wan tevdîrên ewlehiyên zêde nedihatin girtin, lê niha bi dîwarên betonî hewşên şaredariyên hatine dabeşkirin, hemû wesayîtên mîlîtarîst û bi dehan hêzên dewletê hatine bicihkirin. Dema mirov ji devre li şaredariyan dinêre dibîne ku wan şibandine qereqolan, di ketin û derketinê de zexta psîkolojîk li ser gel çêdikin û kesên ji bo xizmetê için şaredariyan jî bi awayekî tên astengkirin. Di vê rewşa milîtarîzmê de derfeta çûyîna jinan a şaredariyê û daxwaza alîkariya li dijî tundiyê ji holê radike. Avahiyên şaredariyan li şûna cihê xizmetê, kirine cihên ku dewlet hêza xwe lê nişan dide. Hişmendiya desthilatariya mêr û tundiya mêr a ku hebûn, vîn û keda jinan qebûl nake, dihêle ku her roj tundiya li ser jinan zêdetir bibe û jinan ji nedîtî ve bên.

Wekî tê zanîn; Di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de HDP’ê 65 şaredarî qezenc kirin û bi vê re 65 hevşaredarên jin est bi xebatê kirin. Di heman demê de ji hilbijartina herêmî ya 31’ê Aara 2019’an vir ve hikûmetê ji 65 şaredariyên HDP’ê 46 jê bi awayekî bêhiqûqî desteser kir.

Qeyûmên ku ji sala 2016’an vir ve dişînin şaredariyan, destkeftiyên ev nêzî 20 sal in a bi têkoşîna jinan hatine bidestxistin tune dikin.

Politîkayên qeyûman a ji 2016’an vir ve li hemberî jinan dimeşînin;

1. Yekeyên jinan, navendên jinan, serokatiya daîre û stargeh bi midûriyeta bajêr ên girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve girêdan û wan jî radestî ŞONÎM (Navenda Çavdêrî û Pêşîgirtina) yan jî KADEM’ê kirin; hin şaredarî jî bi Midûriyeta Karên Civakî ve girêdan

2. Jinên li van yekeyan dixebitin yan ji kar derxistin, yan îxrac kirin, yan jî cihê xebata wan guherîn

3. Deriyên navendên jinan kîlît kirin

4. Dosyayên jinên serî li Navendên Jina desteser kirin û ev jî rê li ber binpêkirina mafên veşartî vekir û jiyana jinan xist xetereyê

5. Karmendên mêr şandin yekeyên jinan

6. Avahiyên navendên jinan dan Baskê Jinan û Baskê Ciwanên AKP’ê

7. Naveroka navendên jinan guherîn, wan veguherandin yan cihê mahr birînê yan jî kursên Quranê

8. Xebat û failiyetên jinan û pirzimanî yên li ser malperên şaredariyan rakirin, tenê xizmetên karên fenê, derdorê û olî dimeşînin

9. Navên parkên ku navê jinan li wan hatibûn kirin guhertin

10. Bi girtina kreşan û astengkirina xizmeta zimanê zikmakî, zimanê xebatê kirin tirkîtî

11. Kreş dane miftîtiyên bajar û navçeyan û kursên Quranê kişandin van avahiyan

12. Stargehan veguherandin malên lêmayînê, cihên ji bo jinên bi tundiyê re rû bi rû mane hatibûn veqetandin jî ji bo lêmayînê tên bikaranîn