Jinên Kurd ji bo ‘darizandina dîktator’ îmze kom kirin

Meclîsa Jinan a Den Haagê ya Hollandayê ji bo darizandina dîktatorê Tirk Recep Tayyip Erdogan îmze kom kir.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyayeke bi navê ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ dabû destpêkirin.

Li Den Haahê jinên Kurd li ber şaredariyê stand vekirin û îmze kom kirin. Jinan li dijî tecawiza li Kercewsê jî dowîz vekirin.

Kampanyaya îmzeyan li ser malpera www.100-reasons.org didome.

TJK-E wê di çarçoveya kampanyayê de di 10’ê Kanûnê de li pêşiya Konseya Ewropayê û li pêşiya Parlementoya Berlînê ya Elmanyayê û di 12’ê Kanûnê de jî wê li Baselê çalakiyên girseyî li dar bixe.