Dayika 3 zarokan Menîce Îş hate girtin
Dayika 3 zarokan a yek jê 1 salî ye Menîce Îş a li Êlihê hate destgîrkirin bi îdîaya ‘li gel endambûna rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc kirin’ hate girtin.
Dayika 3 zarokan a yek jê 1 salî ye Menîce Îş a li Êlihê hate destgîrkirin bi îdîaya ‘li gel endambûna rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc kirin’ hate girtin.
Di sala 2011’an de piştî pîrozbahiya Newroza li Êlihê xelkê ber bi navenda bajêr ve meş li dar xistibû. Polîsan êrişî meşê kiribû. Menîşe Îş hatibû destgîrkirin û piştî îfade dabû dadgeriyê hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Êlihê bi îdiaya “Ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz lê vekiribû. Dadgerê piştî darizandinê 3 sal û 9 meh cezayê zîndanê li Menîce Îş birîbû. Dadgeha Bilind cezayê Menîce Îş pejirand. Polîsan 6 meh berê bi ser mala Îş de girtibû û ew destgîr kiribû û ji ber ku zarokên wê biçûk bûn 6 meh ceza hatibû taloqkirin.
Menîce Îş di 4’ê kanûnê de di serdegirtina mala xwe de hat destgîrkirin û sewqî Edliya Êlihê hat kirin. Îş ji aliyê dadger ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M.
Menîce Îş dayika sê zarokan e û zarokek hêj yek salî ye. Her wiha hat destnîşankirin ku nexweşîna kronîk a dil bi Menîce Îş re heye.