Li Wanê jinek bi çekê hate qetilkirin
Jina bi navê Guler Keklîk a li Taxa Pûk a Peyîzava dijiya, li mala xwe bi çekê hate qetilkirin.
Jina bi navê Guler Keklîk a li Taxa Pûk a Peyîzava dijiya, li mala xwe bi çekê hate qetilkirin.
Li Taxa Pût a navçeya Payîzavayê ya Wanê, jina bi navê Guler Keklîk di saetên serê sibê de bi awayekî ku bi çekê hatiye kuştin hat dîtin. Cenazeyê Keklîk ji bo kirariyên otopsiyê ewil rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê pişt re birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dûrsûn Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Hat diyarkirin ku dozgeriyê li ser mirina bi guman a Keklîkê lêpirsîn daye destpêkirin.