Rojnamegera Efgan Maîwand hate qetilkirin
Rojnamegera Efgan Malala Maîwand di êrîşekê de hate kuştin.
Rojnamegera Efgan Malala Maîwand di êrîşekê de hate kuştin.
Vê sibehe rojnameger Malala Maîwand a ku li Celalabadê diçû kare xwe, di êrîşa çekdarî de hate kuştin. Ajovanê wê Muhammed Tahir jî di êrîşê de mir. Heta niha tu kesî êrîş li xwe negirtiye.
Maîwand berê diyar kiribû ku ew çalakgereke civaka sivîl e û di rojnamegeriyê de qala dijwariyên ji ber jinbûnê dikir. Dêya wê jî 5 sal berê di êrîşeke wisa de hatibû kuştin.