Li Londonê çalakiya ‘dîktator darezînin’ hate kirin

Di çarçoveya kampanya ‘100 sedem û 100 îmze’ a ji bo darezandina dîktatorê Tirk dosyayek taybet pêşkêşî navenda Amnest Înternatîonalê a li Londonê hate kirin.

Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanyayê dosyayek ku êrîş, zext, qetlîamên rejîma Erdogan ku li xwe digre û di asta delîlan de ye, pêşkêşî Rêxistina Efû ya Navneteweyî kir.

Li ser navê heyeta Însiyatîfa Jinên Kurd a Brîtanî daxuyaniyek hate dayîn û bal kişand ku divê ‘dîktator bê darezandin’.

Elîf sarican a li ser navê însiyatîfê jî axivî bal kişand ser hişmendiya dijminê jinê ya rejîma AKP-MHP’ê û rejîma Erdogan û got: “Li Tirkiye ya ku di bin rêveberiya rejîma Erdogan û AKP’ê de her diçe şideta li jinê mezintir dibe, di serî de li ser siyasetmedarên jinên ên Kurd û siyasetmedaran zext hedê xwe derbas kirine. Em şer, destdirêjî-destavêtin û bêcezakirina tecawîzkaran û qetilkirina jinan a dewleta Tirk dixwaze normal bike qebûl nakin li Ewropayê nerazîbûnên cidî ji bo vê hene.”

Melanîe Gîngel a di dema dosya radestkirinê de jî amade bû got: “Di nava vê dosyayê de çîroka 100 jinên ku ji aliyê hişmendiya dewleta Tirk a jî ji dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li xwe digire. Ev serpêhatî hemû jî rast in, hatine jiyîn.”

Dosyaya ku pêşkêşî Saziya Efû ya Navneteweyî hatî kirin bi sernavê ‘Qetlîama Jinan a Erdogan û AKP’ê’ hatiye amadekirin.

Di dosyayê de dijminahiya jinê û faşîzma AKP’ê bi berfirehî hatiye girtina dest. Di dosyayê de ku ji bo darezandina dîktator ‘100 sedem’ vedibêje, navê 100 şoreşgerên jin li xwe digire.

Hate gotin ku wê rayedarên saziyê ve bê lêkolînkirin û di demekî kin de jî bi Însiyatîfa Jinên Kurd re jî peywendiyê çêbikin.