Tedawiya aktivîsta TJA'yê Çetîn nakin

Malbata aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn ji ber sedema xwînjêçûna rektal ku ji mêj ve didome, ku rîsk heye pençeşêra roviyan çêbibe, xwest ku Çetîn were berdan.

Aktivîsa TJA'yê Rojbîn Çetîn bi êşkenceya bi kûçikan 25'ê Hezîranê li Amedê hatibû destgîrkirin, piştre hatibû girtin û kiribûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Ev 6 meh in ji ber xwînjêçûna rekal rewşa tendiristiya  Çetîn giran dibe.

Malbata Çetîn got rewşa tendiristiyê ya Çetîn giran e û xwest ku were berdan.

Birayê Çetîn, ku her wiha Pisporê Cerrahiya Giştî ye, Doktor Erman Çetîn got ev 6 meh in xwîna rektal ji Çetîn diçe, rîsk e ku xwîşka wî bi pençeşêra roviyan bibe. Erman got ji bo nexweşiyên wiha divê kolonoskopî were kirin. Erman got beriya ku were girtin wê pêvajoya tedawiyê ya Rojbîn bihata destpêkirin wê bihata Êlihê lê hate girtin û ji ber vê nehate kirin. Erman got divê kolonoskopiyê li Rojbîn bikin beriya niha di ziravê wê de polîp hebûn û emeliyat bûye.

Dayika Çetîn Refîka jî got, ''Di rewşeke wiha de ku keça min ev qasî nexweş e qebûl nakim ku girtî be û tedawiya wê nayê kirin.''

Dayika Çetîn her wiha got dema êşkenceyê derb li çavê wê dane, perde ketiye ser çavê, heke keça wê neyê tedawîkirin dibe ku siberojê nema karibe bibîne jî û got, ew li ser rewşa keça xwe pir fikaran dike.