Cenazeyê gerîla Dîlan Olgûn hate veşartiin

Cenazeyê gerîlaya YJA Star Dîlan Olgun a di şerekî 26’ê Tebaxê li devera Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê de şehîd bûbû, piştî ji aliyê malbatê ve hate girtin, veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dîlan Olgûn a di 28'ê Tebaxê de, li navçeya Qaxizman a Qersê di şerekê de jiyana xwe ji dest da, piştî 100 rojan radestî malbatê hat kirin. Malbatê çawan bihîst ku keça wan jiyana xwe ji dest daye, ji bo cenaze bigirin mînaka xwînê da bûn. Lê piştî hemû hewldanan, malbatê duh cenazeyê keça xwe Olgûn girt. Malbatê duh bi şev cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Qersê girtin û di nîva  şevê de anî li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê veşartin. 

Bi hinceta pandemiyê, destûr hat dayîn ku tenê ferdên malbatê tevlî merasîma cenaze bibin.