Milîsên Tolhildanê yên KBDH’ê li Mêrsînê çalakî kirin

Milîsên Tolhildanê yên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan, li Mêrsînê li dijî dikana kesê ku bi zorê fûhûş bi jinan dida kirin, çalakiyek lidar xistin.

Milîsên Tolhildanê yên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan, li dijî fûhûşê li Mêrsînê çalakî kirin. Di daxuyaniya li ser mijarê hatî dayîn de, bal kişandin li ser cîhana kedê ya xwediyên desthildatê û mêtîngeriya manewî-aborî ya jinan û hate gotin, “Faşîzm ji her tiştên dilpak ditirse. Ketîbûn, kînî û her tişta wehşane ji bo xwe erênî dibîne û li ser civakê vê pêk tîne. Wehşet û hovîtî ji paşmayên wan ên hişmendiya dewletê ji bo wan maye.”

Di daxuyaniyê de gotin, “Ev mahlûqatên ku tecawûzkar, qirker û tacîzkar, îcraatên wan li Kurdistanê li gelek bêbavan tê dîtin. Nimûneya vê ya dawî li Kercewsê hate dîtin. Piraniya wan polîs û leşker bi dehan kes destdirêjî li zarokêkê kirine û heta ji bê ehlaqî û mirovatiyê bê par mane tecawûz jî kirin e. Ev hişmendiya dewletê ye û ev tenê nimûneyek biçûk e ku li dijî civakê li ser jinan vê qirkirin û wehşetê pêk tînin.

Em qêrîna îsyana wan jinan, zarokên tên bindest kirin in û ji bo tolê hilînin em tên. Em weke Milîsên Tolhildanê yên KBDH’ê, hemû jinên bindest ên ku li Kurdistan û Tirkiye yê rastî êrîşên mêtîngeriyê hatîn û hemû zarokên ku rastî destdirêjiya zayendî û tecawûzê hatîn, tolhildana wan soza me ye.
Roja 8’ê Kanûnê derdora saet 12’ê şevê Milîsên Tolhilanê yên KBDH’ê li Taxa Akdeniz Çay a Mêrsînê, li dijî navenda fûhûşê ya foto Şirin a hevkarek ê AKP’î çalakî kirine. Kesayetê xwediyê kar ê bi navê Ahmet Beyansû, ev bi salan e li dikana xwe ya li taxê li ser jinan fûhûşê dide pêkanîn, li gel sîstemê tevdigere û ji bo berê jinan bide fûhûşê pêşengiyê dike. Milîsên me li dijî vê navenda fûhûşê çalakî kirine, dikan hatiye îmhakirin û bûye xwelî. Ev çeteyê tecawûzkar ê ji aliyê taxê ve jî tê zanîn û hedefgirtina me ya vê navenda fûhûşê ji aliyê gel ve rastî bertekên erênî hatiye.

Ji niha û şûnde jî çiqas kes û saziyên bi sîstemê re tevdigerin û jinê bêxin, biçûk bikin û tecawûz bikin hebin, wê bibin armanca milîsên me yên KBDH’ê û wê bi pêngava me ya tolhildanê bersiva xwe bigİrin."