‘Destavêtina li Kercewsê nenixumînin’

Platforma Jinan a Rihayê têkildarî destavêtina 27 kesî ya li ser zarokeke keç a 15 salî ya li Kercewsê fikarên xwe yên ‘nixumandina sûc, parastina sûcdar û veşartina’ wan ragihand.

Li gundek navçeya Kercewsa Êlihê leşker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 zilaman destavêtin zaroka keç a 15 salî. Bertekên li dijî destavêtina zaroka 15 salî dewam dikin.

Platforma Jinan a Rihayê, li Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê civîna çapemeniyê lidar xist û xwest bersûcên tacîz û tecawîzan bên cezakirin. Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê Zeynep Dîlek Polat, di civînê de axivî û diyar kir ku divê dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

Polat, bal kişand ser tecawîza li Kercewsê û wiha bertek nîşan da: "Dewlet xwedî wê peywirêye ku pêşiya bûyerên îstîsmarê bigire, bersûcan tespît bike, mudaxile bike û faîlan ceza bike. Ji bo lêpirsîna tecawîza li Kercewsê biryara nepeniyê hat dayîn. Derbarê vê biryarê de fikarên me hene."

Polat, diyar kir ku ew bi fikarin ku ser bûyerê bêgirtin û wiha got: "Em bi fikarain ku ser sûc bigirin û sûcdaran jî biparêzin. Di rojên derbasbûyî de jî, çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawîzî Îpek Er a 18 salî kiribû û bibû sedem ku întîhar bike. Lê Orhan ne girtî tê darizandin û gelek sûcên mîna bûyerên wiha bêceza hatin hiştin. Heya ku sûcdar neyîn ceza kirin û bûyerên wiha neyin ronî kirin, wê sûcdar bi cesaretir bibin."

Polat, xwest bûyera tacîzê ya li Kercewsê pêk hatî bê ronîkirin û hemû bersûcên bûyerên êrîşên zayendî bên girtin. Polat, destnîşan kir ku heta edalet pêk were, ew ê şopdarê dozê bin û wiha bi dawî kir: "Heya ku edalet bê bicihanîn û bersûc bên cezakirin, emê li dû daraza zilam û pergala serdest a zilam bin."