Jin li dijî tecrîdê meşiyan, girtî silav kirin

Li Stenbolê jin li dijî tecrîda li Îmraliyê bi rûxmê astengî û êrîşa polîsan meşiyan.

Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag di meşa li dijî tecrîda li Îmraliyê de axivî û got: “Welat di bin tecrîdê de ye. Werin em deng bidin çalakiya greva birçîbûnê.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin, xwestin li Meydana Aksaray a Stenbolê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Daxuyaniya ku Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û gelek jin beşdar bûbûn ji aliyê polîsan ve hate astengkirin û jin ji meydanê dûr kirin. Jinan bertek nîşanî helwesta polîsan da. Jinan ber bi avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan (MATUHAY DER) ve dest bi meşê kirin.

Jinan xwest li vir daxuyanî bidin lê careke din ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Jinan li vir jî bertek nîşanî polîsan da û vê carê ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Fatîhê ve meşiyan û li wir daxuyanî dan. Tevî ku polîsan got “Em ê nehêlin hûn têkildarî tecrîdê daxuyanî bidin” jî Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag daxuyanî da.

‘EM DENG BIDIN DENGÊ GIRTIYAN’

Dag diyar kir ku îqtîdar hatiye wê astê ku tehamulî daxuyaniyekê jî nake û ew ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Dag bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got: “Îro li tevahiya welat polîtîkaya tecrîdê di dewrê de ye. Ji bo bidawîkirina vê tecrîdê divê her kes têbikoşe. Werin em deng bidin dengê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan.”

POLÎSAN MUDAXELEYÎ DAXUYANIYÊ KIRIN

Daxuyanî bi çepikan û tilîliyan bi dawî bû. Polîsan xwe li daxuyaniya jinan negirt û mudaxele kir. Polîsan xwestin kesek bi darê zorê destgîr bikin û li ser vê yekê di navbera jinan û polîsan de nîqaş derket. Piştî nîqaşê polîs derbasî avahiya HDP’ê bûn. Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kirin û rêveberê Rêxistina HDP’a Kadikoyê Erkîn Barîn Goyluler destgîr kirin.