CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Îro rojbûna gelê Kurd e!
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her devera cîhanê hate pîrozkirin. -
Bîlançoya êrîşên li Sistan-Belûcistanê giran bû
Hat ragihandin ku li parêzgeha Sîstan Belûcistanê di êrîşa li dijî baregeheke Muhafizên Şoreşa Îranê û navenda polîsan de 10 endamên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. -
HRW: Êrîşa li Xezeyê ya ku 106 sivîl hatin kuştin sûcê şer e
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) encamên lêkolîna xwe ya derbarê êrîşa Îsraîlê ya di 31’ê Cotmehê de li dijî avahiyeke li Xezeyê ku herî kêm 106 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Rêxistina Efûyê: Li Îranê darvekirin ji sedî 172 zêde bûn
Li gorî Rêxistina Efûyê, li Îranê hejmara darvekirinên di sala 2023'yan de hatin kirin, li gorî sala 2021'an ji sedî 172 zêde bûne. Hate diyar kirin ku par herî kêm 853 kes hatin darvekirin. -
Li Sîstan-Belûcistanê 5 endamên ewlekariyê yên Îranê hatin kuştin
Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a Îranê di êrîşên li ser 2 nuqteyan de 5 endamên muxafizên şoreşê û hêzên polîsan hatin kuştin. -
Li Taywanê bîlançoya erdhejê girantir dibe
Li gorî bîlançoya nû di erdheja li Taywanê de ku di nava 25 salên dawî de erdheja herî tund e, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne. -
TCŞ'ê li dijî darbeya hilbijartinê bang kir
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang kir ku li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dakevin qadan ku îradeya gelê Kurd tine dihesibîne. -
Li Tayvanê ji ber erdhejê 4 kes mirin, 60 kes birîndar bûn
Di erdheja roja Çarşemê li Tayvanê çêbûyî de ku di nava 25 salên dawî de erdheja herî tund e, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 60 kes jî birîndar bûn. -
Îran: Me peyameke girîng ji DYE'yê re şand!
Hikumeta Îranê piştî êrîşa roja Duşemê ya li ser avahiya Konsolosxaneya li Şamê ku ji aliyê Îsraîlê ve hate kirin, diyar kir ku wan 'peyameke girîng' ji DYE'yê re şandine. -
Li Şerîda Xezeyê 63 kesên din hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 32.845 kes hatine kuştin. -
Milîsên Iraqî bi droneyekê êrîş birin ser Îsraîlê
Komek ji milîsên Iraqî berpirsyariya êrîşa bi droneyê ya li herêma Eylat a Îsraîlê li xwe girt. -
Li Efganistanê mayinek ji dema sowyetê teqiya: 9 zarok mirin
Li Efganistanê ji ber teqîna ji dema şerê bi Yekîtiya Sowyetê mayî, 9 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
HRW: Li Îranê zilma li dijî Behaiyan ‘sûcê li dijî mirovahiyê ye’
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) da xuyakirin, ku zilma li hindikahiya Behaiyan ku ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji şoreşa Îslamî ya sala 1979'an û vir ve tê kirin , 'sûcê li dijî mirovahiyê' ye. -
Şerê Xezeyê: 600 leşkerên Îsraîlê mirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vê 600 leşkerên wan mirin e. -
Di êrîşa Îsraîlê de berpirsyarekî Hîzbûllah hat kuştin
Hat ragihandin ku "berpirsyarekî sereke" yê Hîzbûllah a Lubnanê roja Înê li başûrê Lubnanê di êrîşa li dijî wesayîta wî de hatiye kuştin. -
Li Helebê êrîşa Îsraîlê: Herî kêm 42 leşkerên Şamê mirin
Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li nêzî Helebê de herî kêm 42 leşkerên Şamê û endamên Hîzbûllahê mirin. -
Parlamenta Fransayê komkujiya li dijî Cezayîrê ya 17’ê Cotmehê şermezar kir
Roja Pêncşemê Meclisa Neteweyî ya Fransayê pêşnûmaya ku "komkujiya di 17'ê Cotmeha 1961'an de bi destê Midûrê Ewlehiyê Maûrîce Paponî di li dijî Cezayîriyan hate kirin, şermezar dike’’ erê kir. -
Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de zêde dibe
Rageşiya di navbera Çîn û Fîlîpînê de ya li ser Behra Çînê ya Başûr her ku diçe zêde dibe. Her du welat dubare hevûdu sûcdar dikin. -
Handicap International: Li Xezeyê herî kêm 3 hezar bombeyên neteqiyayî hene!
Li gorî texmînên Handicap Internationalê, ji 45,000 bombeyên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û heta nîvê Çileyê avêtine ser Xezeyê, herî kêm 3 hezar bombe neteqiyane. -
Li Berzîlyayê ji ber lehiyê herî kêm 25 kes mirin
Li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber lehî û hezazê herî kêm 25 kes mirin. -
Li Lîbyayê di goreke komî de cenazeyên 65 koçberan hatin dîtin
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IMO), da xuyakirin ku vê hefteyê li başûrrojavayê Lîbyayê "goreke komî" dîtine ku herî kêm cenazeyên 65 koçberan tê de bû. -
Roja 170'î ya şerê Xezeyê: Hejmara miriyan bû 32 hezar û 226 kes
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 170'î ya şerê Xezeyê de bîlançoyeke nû weşand û ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 32 hezar û 226 kes mirine. -
Li Brezîlyayê ji ber ba û bahozê herî kêm 12 kes mirin
Li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber bahozê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bahozê bi taybetî bandoreke giran li eyaleta Rîo de Janeîro kir. -
Di êrîşa Moskowê de herî kêm 133 hatin kuştin
Hejmara kesên kuîdi êrişa li dijî salona konserê ya li paytexta Rûsyayê Moskowê de jiyana xwe ji dest dan, gihaşt 133'yan. -
Komkujiya li Moskowayê: Hejmara miriyan zêdetir dibe - NÛ BÛ
Di komkujiya li Moskowayê de hejmara miriyan derket 93’yan.