Handicap International: Li Xezeyê herî kêm 3 hezar bombeyên neteqiyayî hene!

Li gorî texmînên Handicap Internationalê, ji 45,000 bombeyên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û heta nîvê Çileyê avêtine ser Xezeyê, herî kêm 3 hezar bombe neteqiyane.

Yek ji berpirsên saziya sivîl Handicap International ku pisporê li dijî mayinan Jean-Pierre Delomier ji Radyoya France Internationale re axivî û got: “Ji van 45 hezar bombeyan 3 hezar neteqiyane û ev bombe di veguheztina alîkariya mîrovî û bi taybet ji bo sivîlan rê li ber xereyê vedike.”

Ev hejmar ji texmînên di nav de Handicap International jî heye komeke xebatê ya ku ji aliyê rêxistinên sivîl ên Qada Berpirsyariya Çalakiyên Mayinan ku li herêmê xebatê dimeşînin pêk tê. Ev texmîn di navbera 7’ê Cotmehê û nîvê Çileyê ku dema bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezeyê dewam dikir de hatiye kirin.

Handicap International di destpêka meha Adarê de ji bo diyarkirina pêwîstiyên paqijkirina mayinên li Xezayê,  ji bo 15 roja 2 pispor şandin herêmê.