HRW: Li Îranê zilma li dijî Behaiyan ‘sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) da xuyakirin, ku zilma li hindikahiya Behaiyan ku ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji şoreşa Îslamî ya sala 1979'an û vir ve tê kirin , 'sûcê li dijî mirovahiyê' ye.

Rêxistina mafên mirovan ku navenda wê li New Yorkê ye, diyar kir ku Behaiyan yek ji hindikahiyên nemisliman a li welêt, rastî girtinên keyfî tên, mal û milkên wan tên desteserkirin, li qadên îstîhdam û dibistanan tên astengkirin û heta ji mafên xwe yên pêkanîna merasîma cenazeyê li gorî kevneşopiyên xwe tên astengkirin.

Di daxuyaniya rêxistinê de hat gotin, "Bandora veşartina zexta sîstematîk a bi dehan salane didome, tê wateya Behaiyan ji mafên xwe yên bingehîn bi awayekî cidî tên mehrûm kirin û ev yek jî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku her çendî binpêkirina maf ên Behaiyan di nava demê de guherî be jî, lê zilma pêk hatiye weke xwe maye.

HRW'ê, diyar kir ku Komara Îslamî li dijî baweriya Behaiyan dijmintiyek kur ava dike û destnîşan kir ku çewisandina civakê bi qanûnên Îranê hatiye erê kirin û bûye polîtîkayeke fermî. 

Behaiyan, şopdarên Bahaullah ê ku di sala 1917’an de li Îranê ji dayik bûye. Behaullah wekî pêxember û damezrînerê vê olê yekxwedayî ku yekîtî û wekheviyê diparêz e.