NÛ BÛ

Komkujiya li Moskowayê: Hejmara miriyan zêdetir dibe - NÛ BÛ

Di komkujiya li Moskowayê de hejmara miriyan derket 93’yan.

ÊRÎŞA LI MOSKOWAYÊ

Di êrîşa li salona konserê ya bi navê ‘Crocus City Hall’ a li Moskowayê de ku çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyariya êrîşê girtibûn ser xwe, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 93’yan. Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Servîsa Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku di êrîşê de herî kêm 93 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 100 kes birîndar in. Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê da zanîn ku ji birîndaran rewşa 60 kesan giran e.

Hat diyarkirin ku têkildarî êrîşê 11 kes hatin binçavkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wiha got: “Li herêma me êrîşên bi vî rengî ku sivîlan dikin hedef, pêk tên. Em êrîşa terorê ya li Moskowayê bi tundî şermezar dikin. Li ser navê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ji malbatên qurbanên bêguneh, gelê Federasyona Rûsyayê û hikûmetê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin.”