Di êrîşa Îsraîlê de berpirsyarekî Hîzbûllah hat kuştin

Hat ragihandin ku "berpirsyarekî sereke" yê Hîzbûllah a Lubnanê roja Înê li başûrê Lubnanê di êrîşa li dijî wesayîta wî de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku berpirsyarê yekîneya fuzeyan a Hîzbûllahê ya li Lubnanê kuştine.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê artêşê ve hatiye dayîn wiha hate gotin, "Balafireke hêzên hewayî ya Îsraîlê roja Înê li herêma Bazouriyeyê li dijî alîkarê fermandarê yekîneya fuze û roketan Alî Abdul Hasan Naîmî êrîşek pêk anî û di encama êrîşê de hat kuştin.”

Hat îdîakirin ku Alî Abdul Hasan Naîmî bi taybetî “berpirsê birêxistinkirin û plankirina êrîşên li dijî sivîlên Îsraîlê ye."

Hîzbûllahê derbarê vê êrîşê de hêj daxuyanî nedaye, lê da xuyakirin ku wan roja Înê li ser sînorê di navbera Îsraîl û Lubnanê de çeperên leşkerî yên Îsraîlê gulebaran kirine.

Li gorî rojnameya medyaya Lubnanê L'Orient Le Jour ji 8'ê Cotmehê û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 263 endamên Hîzbûllahê li Sûriye û Lubnanê hatine kuştin.

Di saetên sibê de jî li nêzî Helebê li dijî depoyeke fuzeyan a Hîzbûllahê êrîşek pêk hat û hat diyar kirin ku di encama êrîşê de herî kêm 8 endamên Hîzbûllahê û 36 leşkerên Şamê hatine kuştin.